Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

KNK di çarçoveya xebatên yekitiyê de bi PJAK’ê re civiya

Şandeyeke KNK’ê di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de bi PJAK’ê re civiya. Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku ew piştgiriyê didin xebatên KNK’ê. Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamsu jî diyar kir ku derfetên yekitiyê zêde ne û dê di demên pêş de pêngavên yekemîn û duyemîn bên avêtin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de li başûrê Kurdistanê xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de şandeyeke ji KNK’ê çû serdana Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK). Şandeya KNK’ê ji aliyê hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn û endamên Rêveberiya Meclisa PJAK’ê ve hatin pêşwazîkirin.

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn piştî civînê axivî û diyar kir ku wan her tim piştgirî daye xebatên KNK’ê. Vejîn destnîşan kir ku wan demek berê têkildarî yekitiya neteweyî nexşerêyek pêşkeşî raya giştî kir û wiha got: “Divê çarçoveyê de xebatên me dewam dikin û dê berdewam bikin.”

‘Derfetên yekitiyê zêde ne’

Her wiha hevserokê KNK’ê Ehmed Karamsu jî bi lêv kir ku niha ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd derfeteke baş heye. Karamsu daxuyand ku hewldanên baş hatine kirin û di demên pêşde jî dê pêngavên duyemîn û sêyemîn bên avêtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar