Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 14 Haziran 2025

KNK li Qamişloyê bi 28 partiyên siyasî re civiya

Înîsiyatîfa Şaxa KNK’ê ya Rojavayê Kurdistanê bi tevlêbûna 28 partiyên siyasî li Qamişloyê civiya. Di civînê de reşnivîsa KNK’ê hate nirxandin û li ser yekitiya neteweyî nîqaş hatin meşandin

Înîsiyatîfa Şaxa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Rojavayê Kurdistanê bi boneya 20’emîn salvegera damezirandina KNK’ê, îro bi tevlêbûna 28 partiyên siyasî li Hola Zana ya Qamişloyê civînek li dar xist.

Di destpêka civînê de li beşdaran reşnivîseke siyasî hate belavkirin. Tê payîn ku dê têkildarî reşnivîsa siyasî nêrîn û pêşniyar bên kirin. Di heman demê de hat hîn bûn ku dê di civînê de li ser mijara yekitiya neteweyî ya gelê kurd nîqaş bên meşandin.

Li gorî agahiyan, reşnivîsa ku di civînê de hatiye belavkirin dê di konferansa KNK’ê ya ku dê di demên pêşde bê lidarxistin bê erêkirin. Civîn ji dezgehên ragahandinê re girti pêk tê.

Tê payîn ku di dawiya civînê de ji dezgehên çapemeniyê re daxuyaniyek bê dayîn. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar