Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

KNK: Qazî Mihemed weke sembolekê cihê xwe di dîrokê de girt

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber salvegera darvekirina serokê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Berî 73 salan weke îro, di 31’ê adara 1947’an de piştî têkçûna Komara Kurdistanê li Mehabadê, damezirîner û serokê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serokkomar Seyf Qazî û nûnerê Mehabadê li Parlamentoya Îranê û nûnerê Qazî Mihemed li Tehran Sadr Qazî, li sêdarê dan.

Ew heyama nêzî salekê bû, Komara Kurdistanê hatibû îlankirin û destketên mezin ên rêxistina civaka kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdariyê tê de. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalîzma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagirker a Îranê, dawî bi komarê hat. Bi wê jî nesekinîn heta damezirîner û serokê wê jî li sêdarê dan. Dîsan bi plan û planên kolonyalîzma navneteweyî ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên kurd binpê kirin û di wê parçeya Kurdistanê de dagirkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.

Di wê demê biryardan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsane bû, di nava wan şert û mercên giran ên bi dawîhatina Şerê Duyemîn ê Cîhanê de. Lew ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî li hemberî desthilatdariya rejîma Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine meşandin. Hemberî ku Melayên Îranê, cezayê dardekirina ciwanên kurd bi kar tîne, ciwanên kurd di zindanan de rehîn digire û di bin navê kasibkariyê de komkujiyan pêk tîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî didomînin.

Em weke KNK’ê, di bîranîna 73 saliya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sadr Qazî û hemû şehîdên Kurdistanê carekê din bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Herwiha sêrî de dakirkerên rejîma Îranê û hemû dakirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar