Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 26 Nisan 2025

KNK’ê qurbaniyên Komkujiya Kurdên Feylî bi bîr anî

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 40’emîn salvegera komkujiya li ser kurdên feylî yên li Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Ev rojên han çilemîn bîreweriya salvegera jenosîd û raguhastina kurdên Feylî ye. Berî çil salan rejîma zordar a baasê ku wê çaxê bi agir û hesin desthilatiya Êraqê dikir, xedreke mezin li kurdên feylî kir. Wê çaxê rejîma baas a erebî li Êraqê, bi şêwazên xwe yên hovane û ji hemû pîvanên mirovahiyê dûr û bi merama duristkirina duberekiya mezhebî li Êraqê hewla ji navbirina feyliyan da.

Bi hêceta ew hemwelatiyên îranî ne, qaşo ji mezheba şîeyanin û koka wan ji wir tê, 600 hezar kurdên feylî li paytexta Bexdayê û tevahiya bajar û bajarokên Êraqê bi darê zorê dersînor kirin û berê wan da dewleta Îranê.

Rejîmê, nasnameya hemlatîtiya êraqîbûna wan û temamî dokumanterên wan ên hemwelatîtiyê betal kirin, dest danî ser mal û milkên wan, zêdetirî 20 hezar ciwan kirin zindanê, winda kirin û heta îro jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Di roja meya îro de li ser azadbûna 17 salan ji ketin û nemana rejîma baasa Êraqê, hîn jî mafê kurdên feylî bi temamî nehatine dayîn û hîna jî ji ber wan qanûnên bê dadwer û neheq dijîn û birînên wan nehatîne sarêjkirin. Kurdên feylî li herêmên ew lê dijîn, rastî zehmetiyên ji ber aliyên şovên û tundrew tên.

Weke KNK’ê, di bîrewerîya vê karesata xemgîna li dijî beşekê resen ji civaka me ku kurdên feylî ne bi bîr tînin, bejna xwe li ber cangorî û zilmlêkiriyên vê fermanê ditewînin, daxwazê ji hikûmet û desthilatdariya başûrê Kurdistanê û hemû partî, hêz û saziyan dikin ku li kurdên feylî xwedî derkevin û bi hev re hewl bidin vê zilma dîrokî ji ser wan rakin.

Di demê ku em piştevaniya xwe bo sekna aliyên dilsoz û xêrxwaz, bona vegerandin û parastina mafê kurdên feylî di hundirê Êraqê û Îranê û dîasporayê de dubare dikin. KNK soz dide ku dê hewlên xwe yên dîplomasî di hundirê welat û qada navneteweyî de dewam bike. Di vê arasteyê da em bang li hêz û aliyên Êraqê û Kurdistanê dikin ku piştevan û harîkarê hewlên me bin.

Vegerandina mafê desteserkiriyê kurdên feylî pêwistî bi yekrêzî û tifaqa me heye, tenê tevgerek milî û gelerî ya hundirîn, dikare bawerî û ewlehiya feyliyan di hêla civakî, siyasî, olî û mezhebî de vegerîne asta jîn û jiyara caran.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar