Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Pêşketina pêvajoyê bi bersivdayîna banga birêz Ocalan pêkan e

Piştî parvekirina peyamê, di demeke kin de, ji welatên Yekitiya Ewropayê heta Neteweyên Yekbûyî û welatên 7 parzemînan banga Ocalan bi peyamên kêfxweşî, piştgirî...

Perşembe - 6 Mart 2025

Koma Agirî 39 sal in xizmeta şoreşê dike

Sazûmankarê Koma Agirî Menal Heskulek diyar kir ku 39 sal berê li ser pêşniyara Mûrat Karayilan bi 2 keç û kurê xwe Koma Agirî ava kirin û wiha got: “Koma Agirî berhemeke pêla şoreşê bû û ev 39 salin xizmeta şoreşê dike.”

Koma Agirî di 1986’an de ji hêla helbestvan û dengbêj Menal Heskulek ve hat avakirin. Koma Agirî di sala 1988’an de kaseteke bi navê Zarokên Agirî derxist. Di sala 1989’an de kaseta sêyemîn bi navê “Apoyê me tifing e” ku ji 12 stranan pêk tê derxist. Koma Agirî kasetên “Ev der Kurdistan e”, “Zindana Diyarbekirê” derxist. Stranên Koma Agirî li çar aliyê Kurdistanê bandor kir. Gelek endamên Koma Agirî tevlî nava refên gerîla bûn û nêzî 30 şehîdên wê hene. Helbestvan û sazûmankarê Koma Agirî Menal Heskulek li ser avakirina Koma Agirî û xebatên xwe ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Menal Heskulek diyar kir ku yek ji pêşeng û fermandarê PKK’ê Mûrat Karayilan di 1986’an de rojekê bû mêvanê wan û wiha qala wê rojê kir: “Murat Karayilan dît ku ez helbest û dengbêjiyê re mijûl dibim ji min re got; ‘Tu dikarî komekê ava bikî?’ Min jî bersiva erênî dayê. Min 2 keç û kurê xwe amade kir. Min ji wan re li tembûrê xist, zarokên min jî stran gotin. Stranên me eciband. Piştî mêvandariya Murat Karayilan min bi zarokên xwe re bingeha Koma Agirî avêt. Li ser vê yekê me di demek nêzîk de komek mezin ava kir. Nêzî salekê 150 endamên komê çêbûn. Komê di nava civakê de pêşketinek mezin ava kir. Navê komê heta li Cizîrê belav bûbû.”

Menal Heskulek bi van gotinan wan rojan bibir tîne: “Koma Agirî berhemeke pêla şoreşê bû.” Menal Heskulek şoreşê tenê bi çekê bi sînor nake û dibêje: “Çand û huner tune be, ew şoreş naçe serî. Di salên 1986’an de me xwest şoreşek çandî pêş bixin.” Menel Heskulek li ser ‘Çima navê Koma Agirî?’ rawestiya û got: “Îhsan Nûrî Paşa wê demê li Agirî şoreşek pêk anî. Me bi Koma Agirî xwestin wê şoreşê nemir bikin.”

Yek ji endamê Koma Agirî Hevserokê Çand û Hunera Cemîl Huro ya Helebê Seid Bîrhat e. Seîd Bîrhat jî kedeke mezin daye Koma Agirî. Di salên 1980yî de bi bayê şoreşê re li Helebê komên çand û hunerê hatin avakirin. Piştî 1980yî li Helebê Koma Agirî, Koma Aştî, Koma Armanc ava dibe. Ew komên hatin avakirin girêdayî partiyan bûn. Piştî bayê Şoreşê li Rojava belav dibe, kom jî têne avakirin. Wê dema ku Koma Agirî hat avakirin û banga pêşxistina şoreşê dikir. Koma Agirî di salekê de qasetekê çap dike. Wê demê ji ber şertan hemû endamên komê nikarin bi heve bixebitin.

Endamê Koma Agirî Saîd Bîrhat ê ku di sala 1987’an de tevlî Koma Agirî bû, balê dikişîne ser bişaftina çandê û van hişyariyan dide: “Xebata komê serkeftî bû. Her çend êş û zehmetî li ser wan hebû jî, her çend rejîmê ew 3 caran binçav kir jî xebatên me serkeftî ne. Koma me heya niha jî didome. Lê wê demê tevî derfetên kêm û amûrên kêm xebata me gelek baş bû. Êdî wekî berê çand ne xurt e. Her ku diçe çanda Kurdan dihele. Divê hemû hunermend li çanda xwe vegerin.”

‘Murat Karayilan pêşniyar kir me ava kir’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar