Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Komara Kurdistanê çand e

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi rasthatina salvegera 75ʼan a damezirandina Komara Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe weşand

Navenda Nûçeyan

PJAKʼê salvegera 75ʼan a damezirandina Komara Kurdistanê de ji bo yekitiya neteweyî bang li aliyên siyasî û kesayetan kir û ragihand ku Komara Kurdistanê hîmê bingehîn ê çanda demokrasiyê bû.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi rasthatina salvegera 75ʼan a damezirandina Komara Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de peyama pîrozbahiyê tê dayin û wiha tê gotin; “Xebata azadîxwazî û demokrasiyê ya neteweya kurd xwedî zemîneke xurt e. Dîroka neteweya me ji rûpelên zêrîn û waneyan tijî ye ku di sedsala 20’an de bûne bingehê çêbûna kesayeta kurdê azad. Kesayetek welê ku tevî hemû hewldanên dagirkerên herêmî û cîhanî, tunekirina hebûna gelê me, tunekirina fizîkî û çandî, ne tenê qada têkoşînê bernadeya, belku li hemû serdeman geştir erka pêşengiya gelên herêmê ya ji bo jiyana bi hev re ya azad û wekhev li ser milê xwe girtiye. Li hemû Kurdistanê hunera berxwedanê pêşkeftiye.”

Hîmê çanda demokrasiyê ye

PJAK’ê diyar kir ku Komara Kurdistanê hîmê bingehîn ê çanda demokrasiyê bû û ji dubendiyê dûr bû û wiha tê gotin; “Em dikarin bêjin, ji Komara Kurdistanê heta Xwerêveberiya Rojava çandek hate afirandin û bingehê rastiya me hat danîn. Girîngîdana vê çandê û ji ezmûn û destkeftiyên demokrasiya Komara Kurdistanê wane derxistin xwedîderketina li vê rastiyê ye. Erka hemû kes û aliyane. Dibe ku li gorî dijmin temenê Komara Kurdistanê kurt be, lê tişta ku hat rûxandin, pêkhateyek bû, ne çandek bû. Di sîstema xwerêveberiyê û di pêkhateyek nû de ev yek hat ispatkirin ku temenê Komara Kurdistanê dirêj e. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo vejandina vê çandê têbikoşin. Herwiha di vê rojê de bang li hemû alî û partiyên siyasî û kesayetên civakî dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî û lidarxistina kongreya neteweyî li ser bingehê nirxê neteweya me têkoşîn bikin û ji bo yekrêzî û aramiyê  xebata hevbeş bi rêve bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar