Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Komeka din a çeteyan teslîmî HSD’ê bû

Operasyona şervanên HSD’ê ya li gundê Baxozê didome. Komên çete yên ku êdî nikarin li ber xwe bidin, kom bi kom teslîm dibin. Hat zanîn ku çend kêlî beriya niha jî gelek çete teslîm bûn

Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji bo rizgarkirina gundê Baxoz ê bajaroka Hecîn a Dêrazorê ji hêla şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatiye destpêkirin didome. Heta niha bi dehhezaran çete û malbatên wan xwe radestî şervanên HSD’ê kir. Komeke çeteyan ku piranî ji çeteyên biyanî pêk tên û naxwazin teslîm bibin, hewl didin ku li ber xwe bidin.

Komên çete ku ji ber taktîkên şer ên HSD’ê hemû hewldanên vala derdikevin, neçar dimînin ku xwe radestî şervanan bikin. Ji duh heta serê vê sibehê zêdetirî hezar û 300 çete û endamên malbatên wan xwe radestî şervanan kiribû.

Hat zanîn ku ji serê sibehê li gundê Baxozê di navbera şervanan û çeteyan de şerekî dijwar rû dide. Komên çete yên ku qedem lê şikestin, teslîmî HSD’ê dibin. Çavkaniyên da zanîn çend kêlî beriya niha jî komeke çeteyan xwe radestî şervanên HSD’ê kir.

Operasyona şervanên HSD’ê ya li dijî komên çete berdewam e. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar