Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Komeke xwendekarên tipê li kolanên Kerkûkê bi dilxwazî gel derman dikin

Hejmareke xwendekarên beşa tipê ji bo ku li Kerkûkê welatiyan di hêla tenduristiyê de hişyar bikin û nexweşan derman bikin, li kolanan bi dilxwazî dest bi çalakiya dermankirinê kir. Xwendekaran got ku ew keyfxweş in ku xebateke wiha dimeşînin

Hejmareke beşa tipê yên bi dilxwazî dixebitin, li Kerkûkê li ser kolanê amûrên xwe yên bijîşkî rêz kirine û mirovan bêpere derman dikin. Kombûna van15 bijîşkan qerebalixeke mezin di nava kolanên Kerkûkê de çêdike. Xebatên bijîşkan bala hemû welatiyên li kolanê derbas dibin dikişîne.

Têkildarî mijarê ji xwendekaran Xale Sarar anî ziman ku rêjeya mirinên ji ber nexweşiyan a li Kerkûkê roj bi roj zêdetir dibe. Sarar got ku sedema vê jî ew e ku welatî heta nexweşiyên wan giran nebin, nayên nexweşxaneyê ye. Sarar ev yek weke rewşeke xetere nirxand û wiha domand: “Bi vê sedemê jî me xwest bi xebateke wiha ji mirovan re bibin alîkar.”

Armanca çalakiyê

Ji xwendekaran Îman Ednan jî diyar kir ku ew çalakiya xwe li cihê pazarê dikin û wiha derbirî: “Ji ber ku liv û tevgera mirovan li vir zêde ye. Em dixwazin bala mirovan bikişînin ser parastina tenduristiyê ku li xwe miqate bin. Em niha li nexweşên tansiyon, şekir, tîfo, brosela û xwînê dinihêrin. Em dixwazin kesên ku nexweş û haya wan ji nexweşiyan wan nîne haydar bikin.”

‘Ji van xebatan em bi keyfxweşin’

Ji welatiyan Bihar Hamîd jî destnîşan kir ku hejmareke zêde ya jin û ciwanan di nava vê xebatê de hene û wiha bi dawî kir: “Em bi kêfxweşî li vê xebatê dinihêrin. Xebatên wiha yên li kolanan xweş in. Ji ber ku gelek mirovên xizan hene ku nikarin biçin nexweşxaneyê û derman bibin. Mirov dikare bi awayekî rehet biçe li nexweşiya xwe bipirse. Em serkeftinê ji xebatê van bijîşkan dixwazin.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar