Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komeleya Jinan a Rosa bûye hêviya hemû jinan

Seroka komeleyê Suzan Îşbîlen diyar kir ku tevî zextên li ser wan tê meşandin jî xebatên xwe dimeşîne û wiha got: “Ji bo jinan bûye navnîşana çareseriyê. Em dikarin bêjin ku komeleya Jinan a Rosa piştî girtina saziyên jinan ji bo hemû jinan bûye hêvî.”

Komeleya Jinan a Rosa li dijî tundiya ser jinan û civakê di 2018’an de li Amedê hat avakirin. Komeleyê tevî hemû hewldanên îlegalîzekirinê û zextan xebatên xwe bê navber da meşandin. Seroka komeleyê Suzan Îşbîlen der barê xebatên komeleyê û zor û zehmetiyên jiyane de axivî.

Suzan Îşbîlen da zanîn ku beriya komeleyê qeyûm tayînê şaredariyan hatiye kirin û piştî vê hemû komele haitne girtin. Suzan Îşbîlen wiha vegot: “Saziyek ku jin serî lê bidin nemabû. Hevalên damzerînerên Rosayê ji demên berê xwe tecrube bû. Hevalên di saziyên jinan yên şredariyê de xebitîn bûn. Ji ber vê hewce bi avakirina komeleyekê dîtin. Bi vî awayî Komeleya Jinan a Rosa ava kirin. Komeleya Rosa bi rastî ji bo jinan bû hêvî. Tevî hemû zextan xebat hatin meşandin. Tevî polîtîkayên zextan tu carê dest ji piştevaniya bi jinan re bernedan. Bi helwestek bi biryar bawerî dan jinan. Komele 6 sale têkoşîna xwe dimeşîne.”

Suzan Îşbîlen wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Di operasyonek li hember Rosayê de hemû saymanên me wek mêr hatin darizandin. Di dozê de yek jineke bi pere re eleqeder bibe tunebû. Hemû mêr bûn. Ev jî encama nêzîkatiya zîhniyeta serdest ya mêr bû. Hedefa me ev e ku civakeke bê tundî bê afirandin. Armanca me mekanîzmaya ku tundiyê dide rawestandin bê afirandin. Wek Rosa stargeha me tuneye. Derfetên me yê em piştgiriya hiqûqî an jî psîkolojîk bidin jiyana tune. Me çawa derfet didît; Dema qeyûman de hemû mekanîzma hatin girtin. Tenê stargehek jinan li Amedê hebû. Jina biçûna stargehê cara din nedixwest biçe. Ji ber zîhniyeta ku stargeh bi rêve dibin ji ya malê cudatir nîn bû. Şaredariyên me niha ji nûve stargeh û yekîneyên têkoşînê ava kirin. Êdî jinên serî li me didin em bi rehetî berê wan didin wir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar