Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Komeleya KES-Belgiumê şahiyek li dar xist

Navenda Nûçeyan |

Bi pêşengiya komeleya KES-Belgiumê (Civaka Kurdên li Ewropayê-Belçîka) li bajarê Asse Belçîkayê 16’ê sibatê ji bo çand û hunera kurdî bi pêşangeh û konserek şahiyek hat lidarxistin.

Di destpêka şahiyê de nûnera Federasyona Navneteweyî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) a li Yekitiya Ewropayê (YE) û seroka komeleya KES-Belgiumê Karîna Wezîr axivî.

Karîna Wezîr ku keça nivîskarê kurd Wezîrê Eşo ye, diyar kir ku wan şahî wek komeleya KES-Belgiumê li bajarê Asseyê ji bo çand û hunera kurdî li dar xistiye û wiha got: “Armanca me ew e ku em bi vê xebatê û xebatên wek vê, çand û hunera hunermend û civaka kurd ragihînin civaka Ewropayê û wê bidin nasîn da ku bi vî awayî di navbera her du civakan de bibin pir.”

Di pêşangeha şahiyê de berhemên wênekêşê kurd Cemal Kalîl ê li Almanyayê dijî, hatin nîşandan. Mijarên berhêm Kalîlî aştî, lihevkirin û hevfêmkirina navneteweyî bûn. Her wiha muzîkjen û dengbêjê kurd Hekîmo jî ku xwedî şarezayiyeke pir kompozîtor e, sazbendiya kurdî pêşkêşî temaşevanan kir.

Şahiya ku nûnerên gelek sazî, dezgeh û partiyan beşdarbûnê, bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ê li YE’yê Celawar Ajgeî, nûnerê Beşa Çandî ya Şarederiya Asseyê Hertz Heyvaert, serokê Şêwra Aliyê Pirsên Çandî ya Şarederiya Asseyê Kurt Kalaerts,  rêveberê Karên Civakî yên Şaredariya Asseyê Rîk Baerdemayker û seroka rêxistina V&M’ê ya partiya CD&V’ê ya Şaredariya Asseyê Greta Aker jî tev li şahiyê bûn û di şahiyê de axivîn.

Şahiya ku 5 saetan berdewam kir bi kêfxweşiya mêvanan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar