Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Cumartesi - 15 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Komeleya Rosayê rapora xebatên xwe parve kir

Rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Gozde Engîn, bi daxuyaniyekê rapora hemû xebatên xwe aşkere kir û diyar kir ku ji roja hatine vekirin heta îro li pey hemû xebatên xwe ne. Engîn, diyar kir ku bi girtin û binçavkirina endam û rêveberên wan dixwazin xebatên Komeleya Jinan a Rosa yên ji bo parastina mafê jinan îlegalîze bikin.

Rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî komeleyê û parvekirina xebatên xwe li ber avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên komeleyê, aktîvîstên TJA’yê, endamên OHD’ê û rêveber û parlamenterên HDP’ê amade bûn. Rêvebera komeleyê Prz. Gozde Engîn daxuyanî xwend.

Engîn diyar kir ku komeleya wan hemû xebatên xwe li gorî prosedura qanûnî dimeşîne û wiha domand: “Komeleya me ji bo têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li dijî jinê hatiye avakirin û xebatên xwe dike. Hewl didin van xebatên me neqanûnî nîşan bidin. Em li pişt xebatên xwe yên me heta niha kirine û dozgeriyê jî vedixwînin berpirsyariyê ku hemû delîlan kom  bike û li gorî zagonê tev bigere. Me mafê xwe yê zagonî parastiye û ji bo vê jî ji tu kesî lêborînê naxwazin. Heke li şûna ku hevalên me bigirin, kesên tacîzkar û tecawizkar bihatina girtin wê hemû rojên me bi cînayetên jinan dest pê nedikirin. Wê demê jixwe hewcehî bi çalakiyên me jî nediman. Me heta niha çi kiribe, dê ji vir û pê de jî heman xebatan bikin.”

Rapora xebatê ya komeleyê wiha ye:

11 çile sala 2019: Kampanyaya ‘Em bibin heviya Oyku Arîn’ hate destpêkirin.

3 adar sala 2019: Panela Jin û Şer a li gorî biryara 1325’an a NY’yê hat lidarxistin.

7 adar 2019: Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê ya Amedê hate avakirin.

8 adar 2019: Di Konsera Rewşen Çelîker de em bi jinan re hatin cem hev.

21 gulan 2019: Ji bo prz. Muzeyyen Boylu ku li Amedê hate qetilkirin daxuyanî hate dayîn.

27 gulan 2019: Ji bo Merve Unal a li Amedê hatiye qetilkirin daxuyanî hate dayîn.

21 hezîran 2019: Li dijî qetilkirina jinan meşa jinan hat lidarxistin.

8 hezîran 2019: Çalakiya Xemrî û Reş hat lidarxistin.

8 hezîran 2019: Çeteleya Adar Hezîranê ya Bajar hate aşkerakirin.

24 tebax 2019: Çalakiya ‘Em naxwazin bên kuştin’ hate lidarxistin.

28 tebax 2019: Li dijî qetilkirina jinan meşa jinan hate lidarxistin.

2 tebax 2019: Çalakiya Konvoya Xemrî hate lidarxistin.

30 tebax 2019: Serdana li dijî tayînkirina qeyûman hate kirin.

22 îlon 2019: Tev li komxebata ‘Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin’ bûn.

7.10.2019: Tev li perwerdehiya Tora Qasidan a Behra Spî bûn.

11 cotmeh 2019: Bi sernavê ‘Jin aştiyê dixwazin’ daxuyanî hate dayîn.

7 mijdar 2019: Tev li şîna Muteber bûn.

19 mijdar 2019: Têkildarî ‘25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê’ xebata agahdarkirin û hişyarkirinê hate kirin.

20 mijdar 2019:  Têkildarî 25’ê Mijdarê bi endaman re civîn hate lidarxistin.

25 mijdar 2019: Bi jinan re hatin cem hev.

23 mijdar 2019: Têkildarî 25’ê Mijdarê komxebata jinan a li dijî tundiyê hat lidarxistin.

23 mijdar 2019: Têkildarî 25’ê Mijdarê meşa şevê hate lidarxistin.

10 kanûn 2019: Çeteleya tundiyê ya meha tîrmeh-kanûnê ya bajar hate aşkerakirin.

24 kanûn 2019: Atolyeya Xeyal û Aştiyê hate avakirin.

26 kanûn 2019: Roja îmzeyan; Emîne Esmer ‘Hêlîna Evînê’

06 çile 2020: Li dijî zagona îstismarê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

20 çile 2020: Rapora Gulistan Doku bi raya giştî re hate parvekirin.

22 çile 2020: Ji bo Melîke mala şînê hate vekirin.

22 çile 2020: Çalakiya Zincîra Jiyanê hate lidarxistin.

27 sibat 2020: Çalakiya Gulistan Doku li ku ye?  Hate lidarxistin.

8 adar 2020: Mîtînga 8’ê Adarê hate lidarxistin.

16 gulan 2020: Çalakiya Zincîra Mirovan a Xemrî hate lidarxistin.”

Piştî aşkerakirina raporê jî jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dawî li çalakiya xwe anî. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar