Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Komeleya Şêx Seîd dê ji bo provakasyona Partiya Vatanê serlêdana sûc bike

Komeleya Şêx Seîd têkildarî hewldana provakatîf a Partiya Vatanê ku ji bo rakirina remzên Şêx Seîd û Seyîd Riza serlêdan kiribû, daxuyaniyek da. Komeleyê diyar kir ku dê der barê Partiya Vatanê û serokê wê yê giştî de serlêdana sûc bikin

Partiya Vatanê ji bo nav û sembolên Şêx Seîd û Seyîd Riza li Amed û Dêrsimê bên rakirin, serî li walîtî û şaredariyên her du bajaran dabûn. Li ser vê yekê gelek derdorên cuda bertekên tund nîşan dan û diyar kirin ku ev hewldaneke provakatîfe.

Bi heman boneyê Komeleya Şêx Seîd li ber Mizgefta Ofîsê ya Yenîşehîr a Amedê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî van serlêdanan da. Neviyê Şêx Seîd û serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat diyar kir ku Partiya Vatanê dixwaze kuştin û qetilkirina kurdan bê berdewamkirin.

Firat destnîşan kir ku kesên ku ziman û hebûna kurdan qebûl nakin, bi salan e êrîşî kurdan kirin û wiha domand: “Ev kes bila bizanin ku em ê ne dev ji zimanê xwe berdin û ne jî nirxên xwe berdin. Em ê têkildarî Partiya Vatanê û serokê wê yê giştî dê serlêdana sûc bikin. Divê bê zanîn ku em ê serî li ber zextan nedanîn.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar