Komên çete yên dewleta tirk li Efrînê jinek qetil kir û dîmenên wê li ser medyaya civakî parve kir. Di heman demê de li taxa Zeydiyê ya Efrînê jî 30 ciwan hatin revandin
Hovîtiya artêşa tirk û çeteyên wê yên li Efrînê li dijî gelê Efrînê berdewam e. Hêzên dagirker ên ku di girtin, binçavkirin, revandin, îşkencekirin, talan û wêranê de sînoran nas nakin û rojane sûcên şer dikin, niha jî careke din êrîşî sivîlan kir.
Li gorî agahiyên ji Efrînê, koma çete ya Firqet El Hemzet du roj berê bi ser malên li taxa Zeydiyê ya bajarê Efrînê de girtin. Komên çete bendên kontrolê danîn û nehiştin ku welatî ji taxê derkevin. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku çeteyan 30 ciwan ji taxê revandin û pere û telefonên wan ên destan desteser kirin. Sivîlên ku hatine revandin, ber bi cihekî nediyar ve birin.
Dîmenên hovîtiyê parve kirin
Çavkaniyeke din jî daxuyand ku komên çete yên dewleta tirk milkên bijîşk, endezyar, dermanfiroş û parêzerên ku ji Efrînê derketin, desteser kirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku komên çete çend roj berê li ser medyaya civakî dîmeke parve kir. Di dîmen de komên çete jinekî li Qada Azadî ya Efrînê li ber çavê hemû welatiyan înfaz dikin.
3 hezar sivîl hatine revandin
Hêjayî gotinê ye ku ji roja destpêkê ya dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê heta niha ji bilî desteserkirina hilberînên zeytûnan ên sala 2018’an ku bi qasî bihayê 130 milyon dolaran tê texmînkirin, zêdetirî 350 hezar sivîl ji Efrînê koçber kirin. Her wiha tê gotin ku derdora bihayê 130 milyon euroyan jî zirar gihand milkê sivîlan. Li gorî lêkolînan, li Efrînê heta niha 3 hezar kes hatine revandin û ji van welatiyan çarenûsa piraniyan ne diyar e. EFRÎN