Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Komên çete li Eyn Îsayê rê li welatiyan girt û şêlandin

Komên çete yên girêdayî dewleta tirk li ser rêya di navbera gundên Ebû Sira û Xalidiye yên Eyn Îsayê de rê li ber şêniyên herêmê girtin û dest danîn ser wesayît û malê wan

Dewleta tirk û çeteyên wê piştî ku gelek herêmên rojavayê Kurdistanê dagir kirin, li herêmê dest bi talan, dizî, revandin û wêraniyeke mezin kirin. Di çarçoveya van binpêkirinan de komên çete welatiyên herêmê direvînin, rê li welatiyan digirin û gelê herêmê dişêlînin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk û çeteyên wê li ser rêya di navbera gundên Ebû Sira û Xalidiye yên Eyn Îsayê rêya bazirganan ên mal ji Reqayê dibin Minbicê birîn û dest danîn ser mal û wesayîtên sivîlan. Hat ragihandin ku bûyer di şeva 9’ê çileyê saet di 18:00’an de rû da.

Têkildarî mijarê welatiyên bi navên Sebir Nezîr Edî Sûbe û Ehmed Mehmûd Nebîsî ku pismamê hev in û mal dibirin ji Minbicê re anîn ziman ku çeteyên dewleta tirk rêyan li welatiyan digirin. Sûbe da zanîn ku ew di navbera Reqa û Minbicê de bazirganiyê dike û serpêhatiya xwe wiha vegot: “Duh di demên êvarê saet derdora 18:00’an de dema diçûm Minbicê, şeş kesên çekdar rêya me birîn. Ez û pismamê xwe bi hev re bûn. Em bi du wesayîtan diçûn. Em ji wesayîtan peya kirin. Bi çekê li serê pismamê min xistin. Dest danîn ser wesayîtên û malên me.”

Bi çekê li serê wî xistin

Der barê mijarê de Nebîsî jî ev agahî parve kirin: “Ev kesên ku kincên leşkerî li wan bûn û bi çek bûn ji kêleka rê ji nişka ve derketin pêşiya me. Bi çekê li serê min xistin. Serê min şikest. Piştre nasnameyên me, ewraqên me, fatureyên me û wesayîtên me birin û çûn. Em bi wesayîteke sivîl hatin heta deverekê. Piştre jî endamên Asayîşa Eyn Îsayê em dîtin. Em birin nexweşxneyê.” EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar