Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cuma - 11 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê: Xelîl Dag hezkirineke bêdawî ye

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê daxuyand ku Xelîl Dag Bi enerjiyeke mezin û hezkirineke bêdawî, huner û şerê xwe meşand û wiha got:” Bi eşqa jiyanê û hevaltiya ku em ji heval Xelîl fêr bûn, heta bi Rêber Apo re jiyaneke azad ava bikin em ê têbikoşin."

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê bi daxuyaniyekê salvegera şehadeta Xelîl Dag (Halîl Ûysal) bi bîr anî û wiha got: “Şoreşger, hunermend, qehreman û hevalê dilsoz Xelîl Dag, wekî îro di sala 2008’an de, di kemîneke artêşa Tirk a dagirker de jiyan xwe ji dest da.

Xelîlê nivîskar, wênegir, sînemager, Xelîlê pêşeng, gerîla; Xelîlê Çiya; Dostê çiyayan; wekî navê xwe, dostê herî nêz û durist ê çiya bû. Li bilindahiya çiyayan, bi salan kedeke bê navber da. Bi enerjiyeke mezin û hezkirineke bêdawî, huner û şerê xwe meşand. Jiyana xwe ya tîrûtije, wekî mîrateyeke giranbuha ji me re hişt.

Heval Xelîl wisa digot, ‘Kamereke me heye û hevaltiyeke me heye.’ Bi kameraya xwe û hevaltiya xwe; çîrokên dilê xwe û dilê çiya, anîn ziman. Germahiya jiyana çiya, dijwariya şer, xatirxwestinên bêwext, ken û coşa gerîlayan û bîrhatinên wan, nivîsand. Di demên germ ên şer de amade bû; nûçeyên nayên jibîrkirin ragihand. Wêneyên gerîlayan ‘bi dilê xwe kişand’; awirên wan, bîranînên wan, bawerî û sozên wan ji me re hiştin. Bi filmên xwe, çîrokên ku lê çûbûn, zindî kir. Helbest nivîsandin; bi hestên xwe yên nazik, bi kûrahiya fikir û bîrdoziya xwe, estetîka jiyana gerîla, kir wêje. Bi van karên xwe bû yek ji propogandavanên herî mezin ên Tevgera Azadiyê.

Heval Xelîl ji çiyayan hez kir. Li zinarên asê, dolên kûr, li lûtkeyên banî geriya; li hemû çîrokên veşartî û nîvco-mayî geriya. Kêliyên wendakirinê, yên dilgiranî û xemgîniyê bi awayekî xwerû jiyan kir û dîmenên wan girt. Di kêliyên şer, çalakî, serkeftinê de amade bû; li rêwîtiyî, şevbuhêrk, dîlan û stranên gerîlayan jî amade bû. Bi av, ax û agirê çiyayan re jiyan kir. Wisa dikarîbû sînemayeke çiyayî çêbike. Tevî hemû rewşên giran û ‘bê derfet’ dikarîbû karên dîrokî biafirîne. Sînemaya Heval Xelîl sînemaya Çiyayê Kurdistanê bû; sînemaya lehengî û bedewiya Kurdan; sînemaya Azadiya Kurdan bû. Sînemaya Kurdê nû, yê qehreman bû; ku xwe ji rewşa ‘objeyeke’ dîrokî rizgar kiriye û bûye kirdeyê jiyana xwe; xwebûna xwe pêk aniye.

Heval Xelîl di jiyana xwe de mînaka hevaltiyê bû. Di nivîs û filmên xwe de, cihekî cuda dida jina Kurd a Azad û Tevgera Azadiya Jinê. Heger em gotinên wî vebêjin; ‘Divê jina Kurd bi fikra xwe karibe têkeve sînemayê û bi çavên xwe li vê cîhanê binêre. Ew çavên wê yên mezin, xweşik û awirên wê yên ku ji objeyekê wêdetir, awayê têgihiştina wê ya mirov û cîhanê; dikare ji sînemaya Kurdan re pêşengiyê bike’.

Heval Xelîl dilbengiyê jiyana azad bû. Evîndarê gerîla û Rêber Apo bû. Her dem hewl dida ku layiqî soza xwe ya bi Rêber Apo re bimîne. Di nivîsên xwe de behsa kelecaniya xwe ya wan kêliyên ku bi Rêber Apo re derbas kirine, dike. Bi sekneke Apoyî, têkoşîna xwe ya bi salan li çiyayên azad dewam kir.

Ew qasî jî, ji rêwîtiyê û ji Bakur hez kir. Navê projeya wî ya dawî ‘Rêwiyên Çiyayê Araratê’ bû. Bi gerîlayan re derbasî Bakurê Welat bû û ber bi bilindahiyan ve çû. Ew wisa her bilind û bilind wê biçe.

Soz û erka me domandina rêwîtiya wî ye. Wekî rêheval û şopdarên heval Xelîl, em ê têkoşîna wî dewam bikin û xeyalên wî pêk bînin. Bi eşqa jiyanê û hevaltiya ku em ji heval Xelîl fêr bûn, heta bi Rêber Apo re jiyaneke azad ava bikin em ê têbikoşin.

Heval Xelîl tu carî namire.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar