Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Komkujiya dewleta tirk: Yek jê zarok 12 kes şehîd bûn

Dewleta tirk bi balafirên şer û çekên giran êrîşî seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê kir. Di êrîşan de yek jê zarok 12 kes şehîd bûn û 16 kes jî birîndar bûn.

Artêşa tirk a dagirker li ber çavê cîhanê bombe li ser sivîlan barand. Artêşa dagirker ji bejahî û hewayî ve bi balafirên şer, balafirên bêmirov û çekên giran êrişî seranserî herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk malên welatiyên li bajarê Til Rifetê, gundewarên bajarê Til Temirê, Kantona Minbicê, Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, stasyona kehrebê ya li Kobanê, noqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û navenda tenduristiyê li Qamişloyê, her wiha stasyon û avahiyên stratejîk ên Kantona Cizîrê hedef girtin.

Di nûçeya ANHA’yê de hat destnîşankirin ku di encama êrişên li dijî Til Rifetê ya Kantona Efrîn û Şehbayê de 4 welatî di nav de zarokek jî şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn.

Dewleta tirk a dagirker saet 02.30’an stasyona xazê ya Siwêdiyê ya li gundewarê Dêrikê bi balafira şer bombebaran kir. Di encama bomberanê de hatibû zelalkirin 3 karkerên stasyonê şehîd şehîd bûne û  bi dehan jî bi giranî birîndaran bûbûn. Hat aşkerekirin ku karkerên ku birîndar bi giranî bûbûn, ji wan 5 din jî şehîd bûn. Bi vê yekê hejmara karkerên şehîd bûne bû 8.

Her wiha 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî di êrîşa li dijî Kobanê de birîndar bûn.

Her wiha dewleta tirk şevê din saet derdora 23.30’ê de bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrîşî gundê Barê yê navçeya Dîgurê yê Şengalê kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê, di bombebaranê de avahiyeke aîdê welatiyekî hedef hat girtin. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de jinek birîndar bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar