Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Komxebata li ser DAIŞ’ê li Amûdê dest pê kir

Komxebata navneteweyî ya têkildarî çeteyên DAIŞ’ê li Amûdê dest pê kir. Di komxebatê de gelek kesayetên payebilind, akademîsyen, lêkolîner û rojnameger jî amade bûn

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) li Hola Beylesan a Amûdê ya Qamişlo, yekemîn komxebata navneteweyî ya tekildarî çeteyên DAIŞ’ê dest pê kir. Di komxebatê de ji temamiya cîhanê bi sedan kesayatên payebilind, akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar, rojnameger  û oldar amade bûn.

Beşdarên komxebatê di serî de ji hêla endamên NRLS’ê ve hatin pêşwazîkirin. Beriya komxbebatê, dosyaya ku bi zimanên kurdî, erebî û ingilîzî hatiye amadekirin bi beşdaran re hate parvekirin. Di dosyayê de li ser rapirsîneke tekildarî DAIŞ’ê û binpêkirina wê, rola YPJ, YPG, HSD’ê ya di şerê li dijî DAIŞ’ê de, binpêkirinên DAIŞ’ê yên li ser jin û zarokan û herî dawî jî danasîna NRLS’ê heye.

Bernameya komxebatê

Li gorî bernameyê dê di serî de navend axaftineke bike û piştre jî têkildarî terora DAIŞ’ê de dê sînevîzyonek bê nîşandan û şahidên binpêkirinên DAIŞ’ê dê bên guhdarkirin. Piştî axaftinên beşdaran, vekirina pêşengehekê şêwekariyê û wêneyên şewqê yên girêdayî terora DAIŞ’ê, dê xebatên komcivînê li ser heft maseyan bên belavkirin.

Weke destpêk dê mijara dîrokî û siyasî yên terora DAIŞ’ê bê destgirtin. Moderatoriya mijarê jî dê Dr. Sileman Îlyas bike. Tê payîn ku Dr. Azadî Elî, Dr. Maykil Rûbîn, Dr. Beyar Mistefa Doskî û Dr. Celal Zenatî der barê mijarê de semînerê bidin.

Der barê mijarê de endamê NRLS’ê Ehmed Sîno axivî û wiha got: “Ji bo sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li ser gelê kurd kirin bên teşhîrkirin, me xwest hemû gelên Sûriyeyê tev li vê forûmê bibin. Armanca vê forûmê stratejiya ji bo ewlekariya herêmê û pêşniyazên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ye. Ji bo ku endamên DAIŞ’ê li gorî peyman û hiqûqa navneteweyî werin darizandin û ji bo gavên pratîkî yên raya giştî ya navneteweyî ev forûm derfetekî mezin e.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar