Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

KON-MED: Bi ruhê serkeftinê beşdarî çalakiyên li dijî tecrîdê bibin

KON-MED'ê bang li gelê Kurdistanê, dostên xwe, beşên çep sosyalîst û hemû kesên ku baweriya wan bi nirxên azadiyê heye dikin ku di 2’ê îlonê de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re Azadî û Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ di asta herî bilind de beşdarî çalakiyan bibin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji tebaxa 2019’an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û hat gotin: “Gelê kurd agahî li ser tenduristî, rewş û mercên Rêber Apo nagire. Vê bêdengiyê fikarên me yên li ser tecrîda girankirî ya Rêber Apo kûrtir kiriye.

Bi milyonan Kurdistanî ku van pêkanînên dijmirovahî a li dijî Rêber Apo napejirîne û weke êrîşa li dijî vîna xwe dibîne, dixwaze demildest agahî bê girtin. Rêber Apo ne kesek e ji rêzê ye, hemû jiyana xwe daye azadiya gelê kurd û xwediyê felsefeya ronakbîrî û azadiyê ya serdema me ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û banga tevlîbûna çalakiyên li dijî tecrîdê hate kirin.

Di daxuyaniya KON-MED’ê de hat gotin: “Eger îro em ji jiyan, tenduristî û mercên ku Rêber Apo tê de dijî ne xwedî agahî ne, vê rastiyê derdixe holê ku xwedîderketina me ya heyî têrê nake. Ji ber vê yekê weke KON-MED’ê em bang li gelê Kurdistanê, dostên xwe, beşên çep sosyalîst û hemû kesên ku baweriya wan bi nirxên azadiyê heye dikin ku di 2’ê îlonê de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re Azadî û Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ di asta herî bilind de beşdarî çalakiyan bibin.”

Di 2’ê îlonê de jî wê li 5 navendan li dijî tecrîdê çalakî bên lidarxistin. Dem û cihên destpêkirina çalakiyan wiha ne:

Dusseldorf

Cih: Dusseldorf DGB Hsus

Saet: 13:00

Berlîn

Cih: Berlîn Breitscheidplatz

Saet: 16:00

Hamburg

Cih: Hamburg, Hauptbahnhof

Saet: 15:00

Hannover

Cih: Ernst Augustusplatz

Saet: 17:00

Strasbourg

Cih: Li pêşiya Konseya Ewropayê

Saet: 10:00

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar