Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Temmuz 2025

Konferansa ciwanan di roja duyemîn de didome

Duyemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn ku li Kobanê tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike

Bi tevlêbûna zêdetirî 300 delegeyên ji gelek dewletên Rojhilata Navîn ên ji hemû gelan, bi dirûşma ‘Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve’ duh li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn hatibû destpêkirin.

Îro jî ciwanên şoreşger ên girêdayî partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên ji dewletên cuda yên Rojhilata Navîn, bi nîqaşên li ser beşa yekemîn ji bernameya ku ji aliyê ciwanan ve hatiye dayîn, dest bi roja duyemîn a konferansê kir.

Di beşa yekemîn a konferansê ya îro de dê aloziya Sûriyeyê, pirsgirêkên ku di bin bandora modernîteya kapîtalîst de; jin û zayendperestiya di nava civakê de, olperestî, tabû û neteweperestî bên nîqaşkirin.

Jin û civak hatin nîqaşkirin

Kesên beşdarî konferansê bûn têkildarî başkirina rewşa ciwanan, jin û civakê ya li Rojhilata Navîn nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran da zanîn ku çareserkirina doza jinan, alîkariyê dide avakirina civakeke demokratîk û azad. Her wiha hat destnîşankirin ku şoreşa îslamî jin ji zilm û zordariyê xilas kirin. Konferans bi nîqaşan didome. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar