Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 8 Mayıs 2025

Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome

Konferansa Ewlekiya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Tê payîn ku dê rapora du salan a hêzên ewlekariyê bê nirxandin, rêzikname bê nîqaşkirin û logoya hêzên ewlekariyê bê destnîşankirin

Duyemîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi dirûşma ‘Rêxistinkirina Ewlekariya Hundirîn a Jin, Mîsogeriya Parastina Azadiya Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye’, li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Çand a Rimêlan a Qamişloyê dest pê kir. Di konferansê de ji hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 300 delege amade bûn. Di heman demê de şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Kongreya Star, sazî û dezgehên sivîl û Saziya Malbatên Şehîdan jî di konferansê de amade bûn. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Hola Konferansê bi wêneyên tekoşerên jin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi pankertên bi nivîsên ‘Jina herî xweşik jina azad e’,’Bi hest û ramanên azad em ê ewlehiya civakê pêk bînin’ û  ‘Tundiya li dijî jinê kuştina nirxên civakê ye em ê nirxê xwe biparêzin’ hatibû xemilandin.

Tê payîn ku dê di konferansê de li ser navê Desteya Hundirîn ya Ewlekariyê, Kongreya Star û hikûmetê dê axaftin werin kirin. Piştre jî dê dîwana ji 3 heta 5 kesan pêk tê dê bê hilbijartin. Piştre jî dê li ser xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sînevîzyonek bê pêşkeşkirin, dê perspektîfên Ocalan bên xwendin, rapora du salan dê were xwendin û nîqaşkirin, rêziknameya Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê were xwendin û nîqaşkirin û herî dawî jî dê ji bo destnîşankirina logoyê biryar bê dayîn.

Konferans bi axaftinan didome. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar