Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

‘Kongreya Neteweyî dê peyamek girîng bide cîhanê’

Rewşenbîrên û hunermendên Kerkûkê qala girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî kirin û wiha gotin: “Wê peyamek girîng a yekdengî û yek armancê bide cîhanê.”

Bi salane yekîtiya gelê kurd û lidarxistina kongreya neteweyî xewna kurdane û ji bo xebat tê kirin. Têkildarî girîngiya yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya neteweyî rojnameger û rewşenbîrên û hunermendên Kerkûkê ji Rojnewsê re axivîn.

Nivîskar û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ronak Şiwanî diyar kir ku divê demê de ji her demê zêdetir kongreya neteweyî ji bo kurdan pêwîste û got ku ger were lidarxistin dê peyamek girîng a yek dengî û yek armanciyê bide cîhanê. Ronak Şiwanî aşkera kir ku dê kongreya neteweyî hebûna kurdan di cîhanê de gelek girîng bike.

Herwiha derhêner û şanoger Nejad Necim aşkera kir ku peywendiyên di nava aliyên parçeyên Kurdistanê de başe û diyar kir ku tevî ku derfet heye jî  tişta ji bo xemsarî tê kirin, lidarxistina kongreya neteweyî ya kurd e û wiha got: “Pêwîste kongreya neteweyî niha were kirin, lidarxistina wê ya îro ji sibe baştire. Di navbera parçeyên Kurdistanê de dijberiyek siyasî ya tund heye û ev yek jî destê derve di nav de heye.”

Rojnameger Ehmed Refîq jî kêfxweşiya xwe nîşan da ku hemû hêzên kurd di nava kongreya neteweyî de kom bibin û ji bo kurdan bigihîn astekê û wiha got: “Divê li her çar parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî ji bo hemû hêzan be. Nabe parçeyek were erê kirin û parçeyek red bike. Ji bo bigihîn biryaran divê hemû beşdar bibin.” HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar