Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Kongreya Star girtina Leyla Guven şermezar kir

Kongreya Star girtina têkoşer Leyla Guven ji aliye dewleta tirk ve şermezar kir û diyar kir ku ev biryar ji bo tunekirina bandora Leyla Guven ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 200 rojî deng veda, pêk hatiye

Dewleta tirk piştî ku cezayê girtinê heta 22 sal û 3 mehan li têkoşer hevserokê KCD’ê Leyla Guven birî, êvara duşema borî ew girt û şand girtîgehê.

Girtina Guven rastî bertekên tund ên tevgerên jinan ên demokratîk ên li Kurdistanê û derveyî welêt hat. Têkildarî mijarê, Kongreya Star a Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi navê Kongreya Star a kantona Hesekê û hemû rêxistinên jinan û jinên ji hemû pêkhateyan, bi yekdengî em binpêkirinên dewleta faşîst a tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên li dijî jinan û bi taybetî jinên kurd, şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta tirk rojane li dijî jinên kurd û li pêş çavên cîhanê binpêkirinan pêk tîne, mînaka wê yekê hedefgirtina Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û bi sedan şehîdên din in ku ji bo azadiya jinan têdikoşiyan.

Kongreya Star diyar kir ku sala borî têkoşer Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zêdetirî 200 rojan ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger Û wiha got: “Leyla Guven bandoreke mezin li ser tevahî cîhanê kir, ji lewra îro dewleta tirk wê dike hedef. Beriya vê jî gelek caran bi behaneyên bê bingeh hatibû binçavkirin. Ev nîşan dide ku dewleta tirk dijmina tevgera jinan e.”

Her wiha di dawiya daxuyaniya xwe de hat diyarkirin ku ew ê li hemberî wan biryaran bêdeng neminin û bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku li hemberî biryarên ne adil bikevin tevgerê û Guven di zûtirîn dem de azad bikin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar