Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Kongreya Star li dijî qetilkirina jinan daxuyanî da

Kongreya Star a Kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina qetilkirina jinan, daxuyaniyek da û diyar kir ku dê heta dawiyê li dijî her cureyên tundiyê yên li hemberî jinan têbikoşin

Kongreya Star a Kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina qetilkirina 2 jinên li Hesekê li ber Çarxereya Agirkujê bi tevlibûna dehan jin û endamên saziyan, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jin roleke girîng di jiyanê de dilîze û wiha hat gotin: “Di qada civakî, leşkerî û siyasî de her wiha di avakirina welatekî azad de jî jinan her rola xwe ya girîng lîstine. Ji dîrokê heya roja me ya îro jin her rastî qetilkirin û çewisandinê tê, her wiha gelek cûreyên şîdetê yên fîzîkî, derûnî, zayendî û destdirêjiyê li jinê tê kirin. Di heman demê de rastî şîdeta siyasî û civakî tê. Di bin siya ol û adetên civakê de jin rastî şîdetê tê. Di vê dema dawî de bûyerên qetilkirina jinan bi rengekî hovane derketiye pêş, em jî wekî rêxistina jinan hemû cureyên şîdetê şermezar dikin û li hember van bûyeran em ê têkoşîna xwe mezin bikin.

Em bang li civaka xwe dikin ku asta zanebûna xwe berfireh bikin û nirxê jinê biçûk nebînin û rê li ber qetilkirina wan bigirin. Bi qetilkirina jinan re dixwazin şoreşa jinan a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku gihaştiye radeyeke pir mezin, têk bibin. Em ê li hember qetilkirina jinan bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.”

Her wiha daxuyanî bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar