Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Kovara Îlyan piştî sê salan careke din dest bi weşanê kir

Kovara Îlyan a taybet girêdayî çîrokên biyanî piştî sê salan careke din dest bi weşanê kir. Kovar bi zaravayê Soranî, Kelhurî, Kurmancî tê amadekirin

Navenda Nûçeyan

Di havîna sala 2015’an de Kovara Îlyan bi 118 rûpelan dest bi weşanê kir. Heta sala 2017’an 6 hejmarên kovarê hate çapkirin. Piştre ji ber rewşa xerab a aborî weşandina kovarê hate rawestandin. Xwediyê kovarê bi xwe xerca çapê dida û parvekirina wê jî li ser milê wan bû.

Xwediyê Kovara Îlyan Aram Semîn got;”Piştî sê salên rawestandina kovarê ya ji ber rewşa darayî wê hejmara nû ya Kovara Îlyan were weşandin. Wê bi bername û planek nû dest bi weşana xwe bike û wê projeya me berdewam bike. Kovara Îlyan li ser du astan kar kiriye. Ji wergera çîrok, mijaran û çîrokên hemû zaravayên kurdî pêk tê.”

Aram da zanîn ku di kovarê de bi 9 zimanên; fransî, îngilîzî, swêde, rusî, erebî, farisî, spanî, tirkî û almanî, mijar bi zimanê kurdî hatine wergerandin. Heya niha nêzî 400 çîrok ji bilî gotar û hevpeyvînan hatine wergerandin.

Aram Semîn derbarê hejmara nû ya kovarê de jî got; “Niha hejmara 7 ya kovarê bi 425 laperan ku tê de çîrok, xwendin, hevpeyvîn û lêkolîn heye, ji çapxaneyê derketiye. Di rojên bê de wê kovar bigihe pirtûkxaneyên rojhilat û başûrê Kurdistanê.”

Li ser bergê hejmara nû ya kovarê wêneyek serokkomarê tirk Receb Tayîp Erdogan hatiye danîn û di destê Erdogan de jî wêneyê zarokên ku di bombebaran û dagirkeriya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane, heye.

Aram Semîn derbarê wêneyê Erdogan de jî got; “Ev girêdayî xebata çandî û ferhengî ya bi xebata netewiye. Ji ber ku di kesayeta Erdogan de tevlîhevî û faşîzm li rojhilat, rojava û kevneperestiya olî û rêgezperestî tund bûye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar