Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Kujerê Turelî endamê AKP-MHP’ê ye

Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê qetilkirina karsaz Huseyîn Turelî şermezar kir û got: “Kujerê Turelî, endamê AKP-MHP'ê ye. Em bang li rayedarên Başûr dikin ku demildest van kujeran bigrin û nehêlin bila birevin.”

Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li herêma başûrê Kurdistanê têkildarî qetilkirina karsaz û welatparêzê ji bakurê Kurdistanê Huseyîn Turelî daxuyaniyek da, ku Turelî doh saet di 20:30’î de li Famîly Mallê hate qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku siyasetmedarên HDP’ê ji ber zextên AKP û MHP’ê neçar dimînin ji bakurê Kurdistanê derbikevin û berê xwe bidin başûrê Kurdistanê, lê êrîşên rêxistina îstîxbaratê ya dewleta tirk (MÎT) bi hevkariya hin hêzên herêmê li ser siyasetmedaran zêde bûne.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Bi taybetî di sala 2021’ê de êrîş zêde bûn û li Silêmaniyeyê Yasîn Bûlût, Zekî Çelebî, Nagihan Akarsel û mamosta Şemal hatin şehîdxistin.

Hê jî kujerên Huseyîn Turelî nehatine girtin, beriya bûyerê jî Hûseyîn Turelî rastî êrîşek çekdarî hatibû û birîndar bibû. Ev êrîşên MÎT’ê ji bo gef û tunekirina kesayetên siyasî yên bakurê Kurdistanê, ên li başûrê Kurdistanê niştecih bûne, tên kirin. Kesê ku Huseyîn Turelî şehîd xist, endamê AKP û MHP’ê ye.

Em bi tundî êrîşa hovane şermezar dikin, divê aliyên peywendîdar ên Duhokê kujer bibînin, nehêlin bireve û bigrin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar