Peyman destpêke ne encam e

19'ê Tîrmeha 2012'an... Wê rojê di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê bi xwe re guhertinên mezin û dîrokî anîn....

Rêgeza min a bingehîn bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî,...

Peyman destpêke ne encam e

19'ê Tîrmeha 2012'an... Wê rojê di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê bi xwe re guhertinên mezin û dîrokî anîn....

Rêgeza min a bingehîn bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî,...
Perşembe - 13 Mart 2025

Peyman destpêke ne encam e

19'ê Tîrmeha 2012'an... Wê rojê di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê bi xwe re guhertinên mezin û dîrokî anîn....

Rêgeza min a bingehîn bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî,...

Kurd xwe bi agirê Newrozê nû dikin

Newroz wateya rojeke nû, jiyaneke nû û destpêkeke nû ye. Destpêka guhertin û veguhertinê ye. Kurd her sal xwe bi agirê Newrozê nû dikin û ji agirê Newrozê diafirînin. Bi taybetî piştî tevgera azadiyê pêş ket, Kurd bi ruh û coşek nû Newrozê pîroz dikin. Bi wateyek nû Newrozê pîroz dikin. Kurd ji bo xwe roja vejînê dibînin û aliyê xwe yê paşketî di agirê Newrozê de dişewitînin û xwe di agirê Newrozê de ji nû ve ava dikin.

Kurdistan di cîhanê de yek ji axa herî bi bereket û ji bo jiyanê axa herî guncav e, bi hezaran sal in dewletên cîhanê li ser axa Kurdistanê şer dikin û dixwazin vê axê dagir bikin. Loma bi hezaran sal in împarator, kral û dewletên li ser ruyê cîhanê ava bûne, her tim li ser axa Kurdistanê şer dikin û dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Heta niha gelek dewlet hatin axa Kurdistanê dagir kirin û têk çûn. Dewletên hatin li dijî Kurdan şer kirin her dem xwestin Kurdan ji axa wan derxin û Kurdistanê dagir bikin. Lê gelê Kurd 2 hezar û 637 sal in li dijî dehaqan û li dijî zilmkaran li ber xwe didin.

Bi taybetî piştî Tevgera Azadiya Kurd pêş ket, Kurd êdî bi ruhekî nû Newrozê pîroz dikin. Her çend Newroz li Kurdan hate qedexekirin jî Kurdan bi şev li lûtkeyen çiyayên bilind şevên tarî ronî kirin. Bi agirê Newrozê ji zivstanên sar derbasî rojên germ ên bihara bûn. Kurdan bi agirê Newrozê tarî, xerabî ji ser xwe avêtin û derbasî rojên ronî bûn. Lê dewletê her tim Newroz li Kurdan qedexe kir û nexwest ku Kurd ji rojên tarî derbasî ronahiyê bibin. Kurdên ku ronahî û azadiya tam kirin, êdî qedexe, zext, astengî û kuştin nas nekirin û berê xwe dan Agirê Newrozê. Kurdan ku Newroz ji bo xwe wekî azadî û rojên felatê dîtin, agirê Newrozê ji lûtkeyên çiyê daxistin gund, tax û bajaran. Sal bi sal girse mezin bû. Sal bi sal agirê Newrozê li tax û kolanan belav bû. Sal bi sal Agirê Newrozê li nava bajaran geş bû. Agirê ku berê bi tekeran dihat geşkirin, êdî di kuleyên û meşaleyan mezin de hatin geşkirin. Newrozên ku berê 10-15 gundî li dorê agirê wê kom dibûn û pîroz dikirin, êdî qedexe û astengiyên li pêşiya xwe şikandin û bi milyonan Kurd dadikevin qadan.

Kurd îsal bi peyam û bangeke nû dikevin Newrozê. Banga Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo xwe wekî nexşereya siberojê digirin dest û bi vê hest û baweriyê amadekariya Newrozê dikin. Îsal bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bi biryar in ku Rêbertiya xwe azad bikin û civaka xwe bêtir demokratîk û azad bikin. Li ser esasê guhertin û veguhertinê derbasî pêvajoyek nû dibin. Bi ronahî û germahiya banga Rêber Abdullah Ocalan dê coşa Newrozê geştir bikin. Dê îsal ne tenê li lutkeyên çiya, ne tenê li tax û gundan, dê li 89 bajar û navçeyên Tirkiye û Kurdistanê agir geş bikin. Kurd dê di vê Newrozê de hem xwe veguherînin û hem jî gelê Tirkiyeyê biguherînin. Agirê Newrozê ku ronî dikir, êdî dê hem Kurdan û hem jî gelê Tirkiyeyê bi fikr û felseyefa Rêber Abdullah Ocalan wekî Ronesansa Nûjen ronî bike. Ev Newroz dê bibe Newroza guhertin û  veguhertina gelê Kurd, tirk û Rojhilata Navîn. Dê bibe Newroza tifaqa gelan.

Nûçeyên Têkildar