Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Kurdî vê carê bû ‘zimanê nayê famkirin’

Danişîna doza Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Îsmaîl Çoban hat dîtin. Dema Çoban ku bi îdeaya ‘Propaganda rêxistinê’ tê darizandin bi kurdî parastin kir, Serokê Dadgehê wekî ‘Zimanê nayê famkirin’ derbasî girtekan kir

Rojnameya Azadiya Welat ku yekane rojnameya bi zimanê kurdî bû di sala 2016’an de bi KHK’ê hat girtin. Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameyê Îsmail Çoban jî bi îdeaya ‘Rêze Propaganda rêxistinê kiriye’ doz lê hatibû vekirin û niha girtî tê darizandin. Derbarê Çoban de ji ber 9 nûçeyên cuda yên rojnameyê bi îdeaya ‘Rêze propaganda rêxistinê kiriye’ doz lê hatibû vekirin û 5 sal ceza lê hatibû birîn. Cezayê Çoban li Dadgeha Îstinafê hatibû xerakirin. Piştî doz hat xerakirin yekemîn danişîna dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Çoban ku niha ji dosyayek din girtî tê darizandin, li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Tarsusê bi rêya SEGBİS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerê Îsmaîl Çoban Resul Tamur jî li salona danişînê amade bû.

Dema parêzer Resûl Tamur, ji bo muvekkîlê xwe daxwaza tercuman kir, Çoban jî li hemberî pirsên tirkî bi kurdî bersîv da. Vê carê serokê dadgehê got ‘Hat dîtin ku bersûc pirsên tirkî yên serokê dadgehê, bi zimanekî nayê famkirin bersiv daye’ û derbasî girtekan kir.

Çopan bi kurdî parastin kir û got ku ew sûcdariya der barê xwe de qebûl nake, xwest wî bînin salona danişînê lê heyeta dadgehê ev daxwaza Çoban red kir.

Piştre parêzer Resul Temur parastin kir û anî ziman ku muvekkilê wî xebatkarê rojnameya kurdî ye û li gorî xala TMK 7/2 nûçeyên hatine çêkirin ne sûc in û xwest muvekkilê wê beraet bike.

Heyeta dadgehê xwest pereyê tercuman ji Çoban bê stendin û danişîna dozê taloqî 16’ê sibata 2021’an kir.

Zimanê nayê zanîn!

Dadgehê di danişîna doza siyasetmedarên kurd ên ji doza sereke ya KCK’ê dihatin darizandin de jî kurdî wekî ‘zimanê nayê zanîn’ derbasî girtekan kiribû. Ev yek bûbû sedema bertekên zêde. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar