Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Kurdistanî dê bêdengiya Ewropayê bi çalakiya ‘bêdeng’ protesto bikin

CDK-F ji bo şermezarkirina bêdengiya dewletên ewropî û saziyên wê yên li hemberî tecrîda li ser Ocalan, di 13’ê nîsanê saet 14.00’an de dê çalakiya bêdeng li dar bixe

Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo protestokirina bêdengiya Ewropayê ya li hemberî grevên birçîbûnê, dê di 13’ê nîsanê de çalakiyekê li dar bixe. Têkildarî mijarê CDK-F’yê bi dirûşma ‘Ez bêdengiyê bi bêdengiyê protesto dikim’ belavok belav kir.

CDK-F’yê di belavokê de diyar kir ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 5 meh in di greva birçîbûnê de ye.

Di berdewamiya belavokê de jî CDK-F’yê destnîşan kir ku 7 hezar girtî jî piştî 1’ê adarê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Di belavokê de hate diyarkirin ku hikûmetên Ewropayê û saziyên wê li hemberî faşîzma dewleta tirk bêdeng in û ji bo bidawîkirina vê bêdengiyê jî gelek kesan li girtîgehan çalakiyên fedaî pêk anîne.

CDK-F’ê bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) kir ku peywira xwe bi cih bînin. CDK-F’yê ragihand ku ji bo protestokirina bêdengiya li Ewropayê, dê di 13’ê nîsanê saet di 14.00’an de li Qada Trocaderoyê çalakiya bêdeng li dar bixin. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar