Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Kurdistanî li dijî tecrîd, êrîş û xiyanetê meşiyan

Li Qamişlo û Dirbêsiyê bi hezaran kurdistanî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê bo beşdariya hezaran kesî qedexeya hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên di bin navê ‘cezayê dîsîplînê’ de tecrîda mutleq a li Îmraliyê tê meşandin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê serbixe cenga azadiyê” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin hilgirtin.

Meşa li Qamişloyê ji Çerxerêya Şehîd Rûber dest pê kir û li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan rawestî. Di mîtîngê de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê Medya Ebdurehman axivî û bal kişand ser planên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê. Medya Ebdurehman beşdariya PDK’ê di êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî şermezar kir û rêbazê pêşwazkirina Erdogan a li Hewlêrê bi bîr xist. Medyayê her wiha biryara desthilata tirk a qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê wek siyaseteke qirkirinê ya li dijî Kurdistaniyan nirxand.

Hevserokê Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû Subhî Melek jî berxwedana gerîlayên azadiyê û QSD’ê silav kir û bi navê Yekitiya Ciwnanên Suryan ên Pêşverû piştgiriya xwe bi gerîlayan re anî ziman. Subhî Melek got dê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo û têkbirina tevahî planên dewleta Tirk têkoşînê bidomînin.

Li Dirbêsiyê jî bi sedan kes ji pêşiya Mizgefta Hac Sultan dest bi meşê kir. Meş li Sûka Navendî sekinî. Li wir endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Dirbêsiyê Raziya Mihemed axivî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û qedexeya hevdîtina bi Rêber Apo Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Raziya Mihemed got heta edalet ji bo Rêber Apo pêk were û dagirker ji Kurdistanê werin derxistin, dê di hemû qadan de têkoşînê bidomînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar