Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Kurmê darê Barzanî cardin li ser kar e

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ji bo piştgiriya kujerên gelê kurd û mirovahiyê AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên Tirkiyeyê de bike, ji niha de ketiye nava tevgerê. Çalakvanên siyasî û civaka sivîl vê pêngava Barzanî weke xiyanetê binav dikin û dibêjin; “PDK bê piştgiriya dagirkeran nikare temenê xwe dirêj bike.”

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ji bo piştgiriya AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên Tirkiyeyê de, hîn ji niha de ketiye nava tevgerê. Tê gotin di çend rojên borî de Barzanî li gel hin serokeşîr û kesên dijberê gelê kurd hin hevdîtin pêkaniye. Derbarê vê pêngava serokê PDK’ê de, çalakvanên civaka sivîl û siyasî ji Rojnewsê re axivîn.

Çalakvana civaka sivîl Haje Salar ragihand ku peymanên bi dagirkeran re wisan kirine ku partiyek kurd ji bo dagirkeran bikeve nava propagandayê û got; “Ev jî encama lewazîbûn û dawîbûna wê partiyê ye. Ev dide nîşandan dan ku PDK bê dagirkeran nikare dewam bike, eger nekaribe piştgiriya partiyên kurd ên li Tirkiyeyê bike, bila piştgiriya dagirkeran jî neke. Ev pêngav wê tu bandora xwe nebe, ji ber ku me di hilbijartinên borî de dît, kurdan serkeftinek çawa bidestxistin. Niha pêwîste partiyên kurd hîn zêdetir piştgiriya hev bikin, lê alîkaridayîn û piştgiriya aliyek kurd ya ji bo dewleta dagirker, wisan dike ku parçebûn çêbibe.”

Çalakvanê siyasî Piştîwan Mehmud jî derbarê heman mijarê de axivî. Mehmud vê pêngava Barzanî ya ji bo Erdogan şermezar kir û got; “Mixabin li Kurdistanê hertim hêzên xiyanetkar piştgirî dane dagirkerên kurdan. Li Tirkiyeyê hilbijartinek çarenûsî pêktê, hemû rapor û anket jî dibêjin, kurd li Tirkiyeyê hêza sereke û diyarkerin. Mixabin tevî vê xebat û têkoşîna mezin ya kurdan a li Tirkiyeyê, aliyek kurd li başûrê Kurdistanê 32 salin piştgirî dide tirkên faşîst. Piştgirî dide wê Tirkiyeyê ku dijî kurdan komkujî pêktîne, ev cihê xemginiyê ye. Pêwîste Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo rawestandina vê xiyanetê kar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar