Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Kurtefîlma rûxandina Cizîrê: Cî Nema

Kurtefîlma bi navê “Cî Nema” ya çîroka zarokekê biçûk Rodî ku ji Cizîrê diçe Stenbolê û li wir jî cih nabîne, di demek nêz de derkeve pêşberî hezkiriyên sînemayê

Kurtefîlma bi navê Cî Nema ya derhêner Cabbar Alp wê di demek nêz de derkeve pêşberî hunerhezan. Fîlma ku li ser jiyana zarokek biçûk ê ku di dema qedexeyên derketina derve yên Cizîrê di sala 2016’an de ji malên xwe hatin derxistin hatiye amede kirin, balê dikişîne ser pişavtin, jenosît û dagirgeriya li ser gelan.

Di fîlma ku ji 15 deqeyan pêk tê de, hemû derfetên heyî hatine nirxandin û behsa çîroka zarokekê biçûk Rodî yê ji navçeya Cizîr a Şirnexê diçe Stenbolê û li wir jî “cih nabîne” dike.

Derhênerê Cabbar Alp der barê çîroka kişandina fîlmê de ji nûçegihana MA’yê Necla Demîr re axivî.  Alp bal kişand ser çîroka kurte fîlma xwe û wiha got: “Di vê çîrokê de behsa zarokêk ji Cizîrê dike. Weke ku tê zanîn li Cizîrê avahiyek saxlem jî nehiştin. Li wê derê cih nema. Min ev nav li kurtefilma xwe kir. Ji ber cih namîne ev zarok neçar dimînin ku koçî bajarên mezin bikin. Dibe gelek ji wan xizmên xwe jî winda kiribin. Ez zarokê ku tê bajarê mezin, qeyda wî li dibistanê çêdikin. Kes naxwaze bi wî re rûne û heman sira xwe parve bike. Pir balkêşe ku, zarok ji ber vê dilê xwe bi halê xwe dişewitîne. Ji ber vê me navê Rodî li vî zarokî kir. A rastî vî zarokî dît ku çawan nikare cih bibîne.”

Alp da zanîn ku piştî çend sererastkirinên teknîkî wê fîlm bê pêşandina û piştre dê bişînin mîhrîcanan.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar