Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê deng veda. Bertekên ku piştgiriya banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ên ji cîhanê dewam dikin. Lêkolînerê ji Misirî yê pisporê têkiliyên navneteweyî Îslam El Mensî ji ajansa me re li ser vê bangewaziya dîrokî axivî û wiha got: “Ev bangewaziyeke dîrokî ye û eger bersiv bê dayin wê rûyê herêmê ber bi başiyê ve were guhertin.”
El Mensî her wiha got: “Ev bang piştî lêkolîneke berfireh ji aliyê rêberekî mezin û bibandor birêz Abdullah Ocalan ve hate kirin, ku dikare ku vê rola dîrokî ya mezin bilîze, birînên kevin bipêçe û gelek pirsgirêkên neteweperesiyê, çareser bike. ”
El Mensî bal kişand ser dem û girîngiya vê bangê axivî û got: “Êdî dem hatiye ku ev bang were pêkanîn. Ez di wê baweriyê de me ku ev kêliyên dîrokî belkî ji hemû kêliyên dîrokê guncawtir in, ji ber ku hemû alî û aktorên herêmê ji bo vê yekê amade ne, di nav Tirkiyeyê de û li piraniya welatên din ên ku hebûna Kurdan a mezin heye, amadebûn û pêşwaziyek heye. Ev bang dê ji bo wan bibe ronahiyek ji bo bidawîkirina dubendî û nîjadperestiyê.”
Her wiha got: “Naveroka banga Ocalan û amadekarî û bangewazîyên berî wê li hundirê Tirkîyeyê dîyar dike ku êdî dem hatiye ku serdemeke bi xwîn û nijadperestiyê were bidawîkirin, ku di wê serdemê de gelên herêmê rastî her cure tundî û terorê hatine û bûye sedema lawazbûna welatên herêmê.”
El Mensî tekez kir ku dem hatiye ku Kurd mafên xwe yên dîrokî vegerînin wek beşeke resen a vê herêmê û beşeke bingehîn a van gelên xwecihî yên ku li vê herêmê dijîn. Kurd ne biyanî û koçber in, û ne kêmî gelên din in, lê ez bawer dikim ku eger ev bang ji aliyê hemû aliyan ve were bersivandin û aktîvkirin, dê bibe destpêka sazkirina dadmendî, wekhevî û bidawîkirina cihêkariya nijadî, ku tenê dibe sedema rijandina xwînê.
El Mensî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Eger bi rastî bersiva vê banga dîrokî bê dayîn, dibe ku em siberojeke nû ya ronî li vê herêmê bibîin û birînên wê yên kûr ên ku ji ber polîtîkayên şaş ên berê çêbûne, derman bikin, êdî dem hatiye ev rewş were sererastkirin. “