Zimanê wêrek û pênûsa leheng ê çapemeniya azad: EZÎZ KOYLUOGLÛ

Ezîz Koyluoglû di 27’ê Çileya 2025’an de di encama êrîşa balafirên bûmirov û bombebarkirî ya dewleta Tirk a qirker de li bajarê Ranya ya...

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

Pazartesi - 24 Şubat 2025

‘Leşker û polîsên ku îşkeceyê dikin tên parastin’

Li Mêrdînê di 20’ê kanunê de 8 kesên ku hatibûn binçavkirin, rastî îşkenceyê hatibûn. Serokê ÎHD’a Mêrdînê Feyzî Adsiz bertek nîşanî îşkenceyê da û got ku leşker û polîsên ku îşkenceyê dikin tên parastin

Piştî pevçûna li gundên Dêrik û Şemrexê ya Mêdînê, di 20’ê kanûnê de 8 kes hatibûn binçavkirin û piştî 4 rojan hatibûn berdan. Kesên hatibûn binçavkirin îşkence li wan hatibû kirin. Nerazîbûn bertekên ji bo vê didomin.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Feyzî Adsiz bal kişand ser îşkenceyê yên di demên dawî û diyar kir ku îşkence sûc e. Adsiz anî ziman ku divê li tu kesî tiştên derî rûmeta mirovahiyê tiştek neyê kirin û got ku di vê meha dawî de 3 serlêdanên ji bo îşkenceyê hatine kirin.

Di axaftina xwe de Adsiz peymanên navneteweyî bi bîr xist û da zanîn ku îşkence veguheriye tiştekî sistematik û wiha domand: “Berê dozgeran derbarê îdiayên îşkenceyan de lêpirsînên çalak nekirine. Heger lêpirsînên çalak hatibana kirin û kiryar hatibana darizandin wê niha îşkence tunebana. Lê belê dewlet kesên îşkenceyê dikin diparêze. Ser lêpirsînan tên girtin.”

Her wiha Adsiz destnîşan kir ku ji bo leşker û polîsên dewletê yên îşkenceyê dikin ‘polîtîkaya bêcezatiyê’ pêk tê. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar