Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Leşkerên mirî anîn Nexweşxaneya Serêkaniyê

Di êrîşên dagirkeriyê yên TSK’ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hêjmara kuştiyên leşkeran zêde dibin. Şevê din 10 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Hat diyar kirin ku şevê din 100 endamên OSO hatin kuştin û xwe paşve kişandin

Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) bi fermana Serokomar Tayyîp Erdogan di 9’ê Cotmehê de li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîş û dagirkeriyê kir. TSK hem ji hewayî û hem jî ji bejayî ve êrîşan dike. Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Komên selefî û radîkal ên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) duh hewl dan derbasî Serêkaniya binxetê bibin. Şevê din şerekî dijwar derket. Hat zanin ku di şer de 100 endamên OSO hatin kuştin. Dîsa şevê din 10 cenazeyên eskeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Beriya ku êrîşên dagirkeriyê yên OSO û TSK’ê dest pê bike Trump destûr dabû ku tenê derbasî Girê Spî û Serêkaniyê bibin.

Hat diyar kirin ku niha li Gundê Yabsê yê navçeya Girê Spî şer giran bûye. Dixwazin Gundê Yabsê yê rêya diçe Kobanê qut bikin. TSK û OSO bi topan û balafiran li gundê dora Eyn Îsa dixin û dixwazin têkiliya herêmê û Kobanê ji hev qut bikin. Dîsa dixwazin rêya navbera Eyn Îsa, Tabqa û Raqqa ji hev qut bikin. Rêya diçe Helebê jî di gundê Yabsê re derbas dibe. Dîsa ji bo têkiliya Serêkaniyê û derve qut bike êrîşî Gundê Til Xelefê dikin. TSK û OSO êrîşî rojavayê Gundê  Til Xelef dike û dixwaze rêya di navbera Girê Spî û Serêkaniyê wan qut bike. Komên girêdayî TSK’ê Gundê Elok yê girêdayî Serêkaniyê ji dikin hedef. TSK bi êrîşa li dijî Gundê  Elok dixwazin têkiliya navbera Serêkaniyê û Qamişlo ji hev qut bikin.

Serokê DYA Donald Trump dema destûr dabû xwestibû dernekevin sînorê Girê Spî û Serêkaniyê. Lê di êrîşan de tê dîtin ku gund û wargehên li dervê sînorê ku Trump nîşan dabû jî tê bombekirin.

Şevê din 5 û serê sibê 5 cenazeyên leşkeran anîn nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Dîsa şevê din 70 endamên “OSO” yên birîndar anîn nexweşxaneya Serêkaniyê. Gelê Serêkaniyê diyar kirin ku şevê din nêzî 100 endamên OSO di şer de hatin kuştin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar