Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Leşkerên tirk: Tabûreke leşkerên me hate kuştin

Dewleta tirk ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê û parastina komên terorîst ên weke Heyet Tahrîr El Şamê, li Idlibê dest bi ‘Tevgera Mertala Biharê’ kir. Di şerê heta niha de bi sedan leşkerên tirk û çeteyên wê hatin kuştin û derbên giran xwarin. Lê artêşa tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo pêşîlêgirtina bertekên gel û nixûmandina têkçûna xwe, hejmara leşkerên kuştî û birîndar kêm û ya leşkerên rejîmê jî zêde nîşan dide.

Di 26’ê sibatê hêzên girêdayî Rûsya û rejîma Sûriyeyê bi dijwarî li leşkerên tirk xist. Her çiqas ajansên navneteweyî û yên Sûriyeyê hejmara leşkerên di êrîşê de hatine kuştin zêdetirî 100’an destnîşan kiribe jî, dewleta tirk ev hejmar weke 36 diyar kiribû. Balkêşe ku piştî wê êrîşê, hema hema rojane agahiya kuştina yek du leşkeran tê.

Mirî û birîndarên xwe anîn Reyhanliyê

Duh êvarê jî gelek leşkerên birîndar û kuştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Reyhanli ya Hatayê. Piştî mudaxeleya ewil hin leşkerên rewşa wan birîndar bi helîkoptêra leşkerî rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Hatayê. Hat zanîn ku nêzî 10 leşkerên birîndar anîne û 5 leşkerên mirî jî anîne nexweşxaneyê.

Di rûyê leşkeran de tirs heye

Îro jî di danê sibehê de li Reyhanliyê liv û tevgera helîkoptêran hebû. Gelek ambûlans jî ber bi Deriyê Sînor ê Cîlvegozu ve hatin şandin û li wir tên sekinandin. Duh êvarê deriyê Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanliyê li sivîlan hate girtin. Ji rûyê leşkerên li hewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanliyê tên sekinandin metirsî xuya dike. Hin leşker digirîn û hin leşker jî di navbera xwe de diaxivin û dibêjin “Tabûreke leşkeran hat kuştin.” HATAY

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar