Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Leşkerên tirk û çeteyên wê li şêniyên Efrînê fîdyeyê ferz dikin

Komên çete yên bi navên Sultan Şah ên girêdayî dewleta tirk li ser şêniyên gundên Xelîl û Kanê yên Şiyê ya Efrînê fîdyeyê ferz dikin. Her wiha artêşa tirk jî xwediyên kargehan direvînin û li hemberî berdana wan jî pereyekê zêde weke fîdye dixwazin

Hovîtî û binpêkirinên hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê bênavber didomin. Hêzên dagirker li hêlekê di çarçoveya polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê de gelê Efrînê bi darê zorê koçber dike, li hêla din jî talan, wêran û diziya xwe ya li herêmê didomîne.

Di vê çarçoveyê de komên çete li Efrînê zexta xwe ya li ser gel zêdetir kirin. Çavkaniyên ji navçeya Şiyê ya Efrînê da zanîn ku çeteyên Sultan Şah ku bi navê Amşat têne naskirin li ser şêniyên gundên Xelîl ê navçeya Şiyê 2 hezar û 500 dolar, li ser welatiyên bi navên Omer Xeyder û Izet Elko Muxtar 2 hezar û 500 dolar û li ser melayê gund û welatiyên bi navên Cemîl Mecîd û Mihemed Hesen Elo Ebû Behrî jî 2 hezar dolar ferz kirine.

Xwediyên kargehan direvînin

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan ji xwediyên kargehên guvaştina zeytûnan ên li herêmê jî 800 lîreyê Sûriyeyê ferz kirine. Di heman demê de artêşa tirk a dagirker çend roj berê xwediyên kargehên guvaştina zeytûnan ên gund ên bi navên Xelîl û Abidîn Heyder Reşîd revandin û ji bo berdanê jî 800 hezar lîreyên sûriyeyê weke fîdye xwestin.

Her wiha çeteyên Amşat li ser gundê Kanê jî fîdye ferz kirin û ji welatiyê bi navê Cemîl Elî Xêro 2 hezar dolar xwestin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar