Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 31 Temmuz 2025

‘Leyla pêşenga serdemê ya jinên kurd e’

Dîroknas Şefîqe Elî ya bi navê Leylan tê naskirin, piştgirî da çalakiya Leyla Guven ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin û da zanîn ku piştî Arîn Mîrkan, Avesta û Zekiye Alkanan Leyla Guven pêşenga serdemê ya jinên kurd e

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 154’an de didome.

Dîroknas Şefîqe Elî ya bi navê Leylan tê naskirin, xwediyê gelek pirtûkane û temenê wê 84 saliye, bi rêya ajanda RojNewsê piştgirî da berxwedana Leyla Guven.

Leylan di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji Guven re şand û ev tişt anî ziman: “Ez çavê Leyla Guven maç dikim. Piştî Arîn Mîrkan, Avesta û Zekiye Alkan Leyla pêşenga serdemê ya jinên kurd e. Ez di wê hêviyê de me ku dê çalakiyên greva birçîbûnê bigihêjin armanca xwe. Wê serkeftin a gelê kurd be û mirin ji bo dagirkerên Kurdistanê be. Kesên ku alîkariya dagirkeran dikin xiyanetê dikin. Wê bi nêrînên Ocalan hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn azad bibe. Ji ber ku hemû mirovatî û nivîsên Ocalan rastiyeke ji bo têkoşînê ye.”

Di axaftina xwe de Leylan bêdengiya aliyên siyasî ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan rexne kir û destnîşan kir ku her kesê ku helwestek hemberî tecrîda li ser Ocalan nîşan nede û xwedî li Ocalan dernekeve xiyanetkar e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê herkes piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê bike. Pêwîst e parêzer Ocalan bibînin, ger ev yek pêk were dê çareseriyek ji bo gel were dîtin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar