Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Leyla Xalid dê sibe Leyla Guven ziyaret bike

Sembola berxwedana Filistînê Leyla Xalid dê sibe li Amedê biçe serdana hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 158 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye

Sembola berxwedana Filistînê û endama Komîteya Navendî ya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (FHKC) Leyla Xalîd, dê sibê hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 158 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, li mala wê ziyaret bike.

Leyla Xalîd dê sibe saet di 10.00’an de li gel parlamenterên HDP’ê û rêveberên HDP’ê yên Amedê biçin mala Leyla Guven û Guven li mala wê ziyaret bike. Xalid her wiha dê biçe serdana parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç yên ku li avahiya HDP’ê ya Amedê di greva birçîbûnê de ne. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar