Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li 14 bajaran 50 jin hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li 14 bajaran derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Lêpirsîn, di çarçoveya îfadeyên şahid û şahidên nepen de hatiye vekirin û li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtinan de gelek jin hatin binçavkirin.

Parêzeran diyar kir ku ew ê di saetên pêş de navê jinên hatine binçavkirin bê dayîn.

Di biryara binçavkirina ji bo 22 kesî de li Amedê bi ser gelek malan de hat girtin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Besile Narin, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Figen Ekti, Mekiye Ormanci, Gulcihan Şimşek, Berivan Elter, Zekiye Guler, Bedia Akkaya, Endama Akademiya Jinê Figen Aras, Sultan Esen hatin binçavkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku li Îzmîrê jî Dîlan Akpolat hatiye binçavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar