Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li 3 bajaran bi ser malan de girtin

Li Amed, Çewlik û Rihayê leşker û polîsên dewleta tirk bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin

Li herêma gundê Pêçara Licê ya Amedê di 27’ê çileyê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û hat ragihandin ku duh bi dawî bûye. Hat zanîn ku di lêgerîna li gundan de 2 welatî hatin binçavkirin.

Li gundê Hovit ê girêdayî Solaxan a Çewlikê jî leşkeran duh bi ser gund de girt. Leşker bi helîkoptêran daketin gund û dorpêç kirin. Bi hinceta “îxbar heye” li 3 malên gund lêgerîn pêk anîn. Hat zanîn ku hemû amûrên malan serûbin kirin e. Piştî lêgerînê leşkerên tirk dîsa bi helîkoptêrê ji gund derketine.

Zîhnî Gormez ê li mala wî lêgerîn pêk hat diyar kir ku di nav 4 saetan de leşkeran 3 caran li mala wî lêgerîn pêk aniye û hemû amûrên malê bi ser hev de qelibandine û wiha got: “Ev yek zilm e. Heke ez welatiyek vî welatî bim, mafên min hene. Lê mixabin di vê rewşê de nizanim ez kê li kê gilî bikim.”

Hevjîna Gormez, Refîka Gormez jî wiha bertek nîşanî serûbinkirina mala xwe da: “Yên ku vê yekê ji bo me ferz û rewa dibînin ez wan hewaleyî Xwedê dikim.”

Li Wêranşarê 6 jê muzîkjen 11 kes hatin binçavkirin

Her wiha li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî polîsan serê sibê bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina mal û kargehan de muzîkjen Maruf Gungor, Badîn, Ahmet, Ramazan, Denîz û Necmetîn Koyuncu yên birayên hev, Mehmet Guneş û Ferhat Erdem û her wiha 3 kesên navê wan nehat zanîn binçav kirin. Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û 11 kesan birin Midûriyeta Polîsan a Wêranşarê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar