Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin

Li Sêrtê Şaxa Miduriyeta Polîsan a Tîmên Taybet a Sêrtê jî di nav de li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin.

Ji bo Hilbijartinên Herêmî yên di 31’ê Adarê de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bên kirin ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve lîsteyên hilbijêran ji 4’ê çileyê ve li muxtarên taxan hatin daliqandin. Bi daliqandina lîsteyan re hilbijêrên hatine veguhestin yek bi yek derketin holê. Li bajarên Kurdistanê AKP bi taybetî hedef dike ku li herêmên hilbijartinê yên bi kêm dengan windakirine bi veguhestina leşker û polîsan endamên hilbijartinê veguherîne. Yek ji bajarê ku AKP hedef dike bi veguhestina dengan bigire jî Sêrt e.

Li Sêrtê di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de HDP’ê bi 33 hezar û 227 dengan şaredarî bi dest xist. AKP’ê jî 31 hezar û 611 deng girtin. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de DEM Partiyê 41 hezar û 575, AKP’ê 27 hezar û 129, MHP’ê 3 hezar û 60, CHP’ê jî 6 hezar û 41 deng wergirtin.

Hejmara hilbijêran a li bajêr piştî hilbijartinên meha gulanê ji 106 hezar û 765 dengan derket 115 hezar û 653 dengan.

Li navenda Sêrtê li 4 navnîşanan bi hezaran hilbijêr hatine qeydkirin. Li nimreya 40 a li ser Cadeya Cengîz Topel a Yenîmahalleyê 2 hezar û 99 kes weke hilbijêr hatine qeydkirin. Dîsa li Şaxa Miduriyeta Polîsan a Tîmên Taybet a Sêrtê ku li nimreya 75 a li ser Cadeya Abdûrrahman Kavak a li Taxa Dogan e hezar û 989 kes weke hilbijêr hatine qeydkirin. Li daîreya 1’emîn a nimreya 12’an a Bûlvara Hukumet a Taxa Barişê hezar û 806 kes li daîreya duyemîn jî 749 hilbijêr hatine qeydkirin. Bi komî li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin.

Dîsa di lîsteyan de hate dîtin ku li gelek navnîşanên li bajêr bi hejmarên kêm hilbijêr hatine veguhestin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan bertek nîşanî veguhestina bi hezaran dengan a li 4 navnîşanan da. Arslan anî ziman ku hewl tê dayîn hilbijartina li bajêr bi hîleyan bê bidestxistin û diyar kir ku têkildarî bêhiqûqiya heyî dê îtîrazî YSK’ê bikin. Arslan, da zanîn ku dê destûr nedin ku hilbijartinê bi dek û dolaban qezenc bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar