Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Amedê dê mîtînga ‘Dem dema azadiya jinan e’ were lidarxistin

TJA û DBP'ê, starta xebatên mîtînga ‘Ji nijadperestî û  zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinan e’ bi daxuyaniyekê dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê li dijî çanda bindestiyê dê çanda azadiyê ava bikin

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) dê di 16’ê cotmehê de bi dirûşma ‘Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinan e’mitîngê li dar bixin. Nûnerên saziyan li pêş avahiya BDP’ê ya navçeya Rezanê daxuyanî dan. Jinan pankarta ‘Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinan e’ vekir.

Parlementera HDP’ê Semra Guzel daxuyaniya hevpar xwend. Guzel destnîşan kir ku ew ê li dijî çanda bindestiyê çanda azadiyê ava bikin û wiha got: “Jin her tim li dijî rejîm, faşîzm û zîhniyetên qirker re li ber xwe daye û bûne pêşengên berxwedanê. Ji ber vê yekê desthilatdariya serdest a mêr hertim ket metirsiya windakirinê. Bi rêxistin û têkoşîna me ya jinan herku diçe xwe berfirehtir dike û digihîje awayekî gerdûnî. Faşîzm xwe li ser şikandina vîn û parçekirina nasnameyê li ser pêyan dihêle. Ji ber vê yekê herî zêde êrîşî jinan dikin. Em serî li hemberî vê pergalê natewînin. Em ji polîtîkayên qirkirin, nijadperestî, zayendperestiyê re dibêjin êdî bes e. Em dibêjin êdî dema azadiya jinan e.”

Jinan bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ dawî li daxuyaniyê anî. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar