Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Amedê karkeran li pêşiya DEDAŞ’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Li Amedê, karkerên DEDAŞ'ê ji ber ku bê tazmînat ji kar hatin avêtin, bi daxwaza vegera li kar û sererastkirina şert û mercên kar li pêşiya DEDAŞ'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Li Amedê, karkerên li şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo başkirina mafên wan û naskirina mafên sendîkayê çalakiya destberdana ji kar kirin, lê destpêka hefteyê bi rengekî kêfî ji kar hatin avêtin. Bi rêya SMS’ê zêdeyî 100 karker ji kar hatin avêtin. Heman pêkanîn li şeş bajaran jî hate kirin û 300 karker ji kar hatin avêtin.

Karkerên ku bi hinceta çalakiya rûniştinê ya du saetan ji kar hatin avêtin, ji bo karibin li karê xwe vegerin û şert û mercên xebatê bêne sererastkirin li pêşiya DEDAŞ’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Karker bi pêşengiya Enerjî-Sen a ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li pêşiya DEDAŞ’ê li hev kom bûn. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) jî piştgirî dan karkeran. Personelên DEDAŞ’ê jî bi çepik û qorneyên wesayitan piştgirî dan karkeran.

Serokê Şaxê Hejmara 2’yemîn a Genel Îş a Amedê ya DÎSK’ê Becet Barût got, “Em bi hevalên xwe re ne. Em ê her gava ku karsaz biavêje bişopînin.”

Barût xwest, bi lez dawî li mexdûriyeta karkeran bê anîn û got, “Heta ku hevalên me yên ji kar hatine avêtin careke din tevlî kar bêne kirin, piştgiriya me wê dewam bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar