Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Li Amedê li dijî dorpêçê çalakiya rûniştinê

Parlamenter, hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên HDP’ê yên xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, rastî dorpêça polîsan hatin. Girsê li dijî dorpêça polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Wezîrê Karên Hundir di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Piştî tayînkirina qeyûm û ji peywirgirtina Hevşaredaran, bertek û nerazabûna li dijî tayînkirina qeyûman zêde dibe.

Çalakiyên li Amedê didomin. Li aliyê din dorpêça Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî didome. Parlamenter, hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên HDP’ê yên xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, rastî dorpêça polîsan hatin. Girsê li dijî dorpêça polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girseya ku parlamenter jî di nav de li Kolana Lîseyê kom bûn û xwestin biçin pêş şaredariyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan girse dornpêç kir û destûr nedan ku daxuyaniyê bidin. Li ser vê yekê girsê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya rûniştinê di bin dorpêça polîsan de didome.

Her wiha li Wan û Mêrdînê jî çalakiyên gel ên li dijî tayînkirina qeyûman didome. Gelê kurd bi berxwedana xwe xwedî li vîn û têkoşîna xwe derdikeve. Gel bi zimanîkî tund rejîma AKP/MHPê şermezar dike û destnîşan dike ku dê vê xespa li ser vîna xwe qebûl neke. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar