Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Li Amsterdamê 40 hezar kes ji bo avhewayê meşiyan

Li paytexta Hollanda Amsterdamê 40 hezar kes ji bo avhewayê meşiyan. Her wiha ev bi mehan e ku li gelek welatên Ewropayê her hefte bi pêşengtiya ciwanan ji bo avhewayê meş pêk tên

Li paytexta Hollanda Amsterdamê di meşa avhewayê de ku cara yekem e pêk tê, 40 hezar kes amade bû. Gelek saziyên civaka sivîl ku Greenpeace jî di nav de ye, bi deh hezaran kes li qada navdar a Damê li hev civiyan.

Di daxuyaniyê de ya li ser navê Organîzatoran hat kirin, ev tişt hat gotin: “Tevlibûna zêde ya meşê, belgeya ku civak ji hikûmetê dixwaze li hemberî germbûna global bibe xwedî polîtîkayeke bi biryar.”

Welatê Hollanda ku beşeke wê di bin rêjeya bilindahiya deryayê de ye, li hemberî guhertina avhewayê xwedî pozîsyoneke gelek zirav e.

Ev bi mehan e ku li gelek welatên Ewropayê her hefte meşên ji bo avhewayê pêk tên. Ciwan ji van meşan re pêşengiyê dikin. Destpêkê ciwanên Belçîkayê dibistan boykot kirin û derketin kolanan, paşê jî ciwanên Hollandayê bi heman awayî dibistan boykot kirin û daketin kolanan. Tê payîn ku ciwanên Hollandayê careke din di 14’ê adarê de derkevin kolanan û bimeşin.

Ligel vê bi pêşengiya ciwanên bi dehan welatan 15’ê adarê dê ji bo werzê greva giştî pêk bê û di 16’ê Adarê de jî li Fransayê ‘Meşa sedsalê’ pêk bê. Hate diyarkirin ku herî kêm dê ciwanên 43 welatan tev li meşê bibin. AMSTERDAM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar