Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 3 Ağustos 2025

Li Avaşîn û Zapê 4 dagirker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku li herêmên Zap û Avaşînê di çalakiyên gerîla de yên li dijî hêzên dewleta tirk a dagirker, 4 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

8’ê tîrmehê saet di 18:30’î li rêzeçiyayê Cîlo ya Biçûk hêzên me li dijî dagirkeran ji 3 baskan ve çalakiyeke koordîneyî li dar xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê li çeperên dagirkeran xistin. Di encamê de herî kêm dagirkerek hat cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî ji nêz ve li 2 çeperan xist. Di vê lêdanê de jî 2 kozik hatin rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin. Her wiha bi çekên ferdî li sîstema kamera ya mobesse û dagirkerên li dora kozikan hate xistin. Di encamê de sîstema kamera ya mobesse hat rûxandin. Baskê sêyemîn a çalakiyê jî li 2 sîstemên kamera yên mobesse xist û îmha kir.

Ev çalakiya serketî ku bi rêbaza gerîlayê serdema nû hat lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdên nemir ên Berxwedana Zindanan a 14’ê Tîrmehê pêk hat û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û 3 sîstemên kamera yên mobesse hatin rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

8’ê tîrmehê saet di 18:00’an de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dijwar bi rêbaza sûîqestê çalakî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat kirin dagirkerek hat cezakirin.

8’ê tîrmehê saet di 17:40’î de li dijî dagirkerên li ser girên Şehîd Dijwar û Şehîd Întîkam bi çekên giran çalakî hat lidarxistin.

8’ê tîrmehê saet di 17:20’î de li herêma Xakûrkê qada Goşînê bi balafirên şer hat bombekirin.

Di vê êrîşê de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar