Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Li Avaşîn, Xakurkê û Çelê 6 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşîn, Xakurkê û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di encamê de herî kêm 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, li dijî artêşa TC a dagirker çalakî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de:

22’ê Gulanê hêzên me saet di 17:30’î de li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Tepê Xwedê hin rêzeçalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê saet di 18:10’an de hêzên me yên YJA Starê li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çepereke dijmin a li ser gir hate xistin, çeper bi temamî hate îmhakirin û 4 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer bombe li herêmê barand. Ji ber bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên şêniyên herêmê bû.

23’ê Gulanê saet di 17:00 de hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Bager çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên dijmin ên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Di 23’ê Gulanê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Saet di 10:30’î de qada gundên Gire û Îzanke yên herêma Garê, saet di 11:30’î de qada Sininê ya herêma Xakurkê, saet di 11:40’î de qadên Kanîsarkê, Şikefta Birîndaran û Kurozahro yê herêma Zapê û saet di 15:30’î de jî Girê Hakkarî yê herêma Metîna bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar