Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 27 Ekim 2025

Li Bakirkoyê bang kirin: Girtiyên nexweş berdin

Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo balê bikişîne ser mirinên li girtîgehan bi dirûşma “Ji girtiyên polîtîk re azadî” li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê

Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo balê bikişîne ser mirinên li girtîgehan bi dirûşma “Ji girtiyên polîtîk re azadî” li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Malbatên girtiyan, Dayikên Aştiyê, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila girtîgeh nebin malên cenazeyan” vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” berz kirin.

Hevseroka HDP’a Setnbolê Îlknûr Bîrol da zanîn ku niha li komkujî pêk tên û divê girtiyên nexweş demildest werin berdan.

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest rayedar û Saziyên Tiba Edlî demildest dev ji helwesta xwe ya faşîzane ya li ser girtiyan berdin û heta girtiyên nexweş werin berdan wê têbikoşin.

Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk jî destnîşan kir ku ji ber li girtîgehan tecrîd, zext, îşkence, lêgerîna tazî, muayeneya bi kelemçe heye girtî jiyana xwe ji dest didin û got: “Mafê jiyanê û tenduristiyê ji bo girtiyan nayê nasîn.”

Çelîk anî ziman ku di hefteyekê de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û li girtîgehan sepanên kêfî hene. Çelîk da zanîn ku Garîbe Gezer, Abdulrezak Şuyur, Halîl Guneş û Salîh Tugrul di encama sepandina pergala cezayê înfazê de jiyana xwe ji dest dane û li girtîgehan ji ber tecrîdek û îşkenceyek sîstematîk pêk tê her sal bi dehan ji ber nayên dermankirin û berdan jiyana xwe ji dest didin.

Çelîk bang li îqtidarê kir û wiha got: “Em li vir gazî îqtidarê dikin ku dawî li îşkence û muameleya xerab bîne. Bila yasayên kêfî rake. Divê destûr were dayîn ku girtiyên nexweş di astek paş û pispor de werin dermankirin. Ji bo girtiyên nexweş hin bêtir nemirin em bang li rayedaran dikin ku tavilê bikevin nava hewldanan û em carek din dibêjin ku em ê heta dawiyê rewşa girtiyan bişopînin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar