Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Li başûrê Kurdistanê şewba berazan

Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê got ku wan yekem şewba berazan ya îsal li herêma Germiyanê dîtiye. Wezaretê got ku welatiya bi şewba berazan ketî rewşa wê baş e û di bin çavdêriya bijîşkan de ye

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Dr. Xalis Qadir li ser dîtina virûsa H1N1 (şewba barazan) axivî û wiha got: “Me beriya çend rojan li Herêma Kurdistanê yekem şewba berazan (H1N1) ya îsal dîtiye.”

Qadir got ku jineke xelkê Germiyanê bi nexweşiya şewba berazan ketiye û di bin çavdêriyê de ye. Qadir destnîşan kir ku niha rewşa tenduristiya wê baş e û di bin çavdêriyê de ye.

Qadir diyar kir ku her sal li cîhanê gelek kes bi şewba berazan dikevin, lê metirsiyek vê nîne. Ji ber ku di bin çavdêriya bijîşkan de nexweş tên çareserkirin. Qadir di dawiyê de got ku ji bo ku nexweşî belav nebe, ew hewldanên pêwîst dikin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar