Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Li Başûrê welat melayek ji ber vîrûsa koronayê mir

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê ku ji ewil li bajarê Wuhan ê Çînê hatibû dîtin, her ku diçe li welatên cuda berfireh dibe û ji bo mirovahiyê dibe xetereyeke mezin. Yek ji van herêmên ku vîrûs lê belav bûye jî Kurdistan e. Ev demek bû rayedarên başûrê Kurdistanê destnîşan kiribû ku vîrûs derbasî Başûr bûye.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyeyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku li Silêmaniyeyê melayek bi vîrûsa koronayê ketiye. Hat zanîn ku saetek piştî daxuyaniyê jî melayê mizgefta Mahwî ya li Silêmaniyeyê Mele Reşît ê 70 salî jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Reşîd hefteyek berê ji Îranê vegeriyabû Silêmaniyeyê.

Nimêjên girseyî hatin qedexekirin

Li ser vê yekê Şaxê Encumena Fetwa ya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê li mizgeftên Silêmaniyeyê nimêjên bi komî hatine rawestandin. Li gorî daxuyaniyê li hemû mizgeftên Silêmaniyeyê nimêj hatine rawestandin. Dê tenê li mizgeftan bang were kirin. Her wiha dê roja înê jî xutbe neyên dayîn.

Hejmara miriyên li Îranê 77 derbas kir

Yek ji welatên ku vîrûsa koronayê lê berbelav bûye jî Îran e. Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane her ku diçe zêdetir dibe. Vê yekê jî ger gotin di cih de bû jiyan li gelên Îranê tevizandî ye. Wezareta Tenduristiyê ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber vîrûsê heta niha 77 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî 2 hezar û 300 derbas kiriye.  Li hêla din hate ragihandin ku Wezîrê Bazirganî, Maden û Pîşesaziyê yê Îranê Riza Rahmanî jî bi vîrûsa koronayê ketiye.

Vîrûsa koronayê li 48 welatan belav bûye

Der barê mijarê de Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom jî daxuyaniyek da û diyar kir ku li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa koronayê 3 hezar û 110 kesan jiyana xwe ji dest dane. Adhanom da zanîn ku vîrûs heta niha li 48 welatan belav bûye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar